CPT’yê ji bo bersiva Wezareta Karên Derve ya ‘Hevkariyê’çi got? 2023-12-27 09:05:23   STENBOL - Nûnerê Komîsyona Ewropa yê DEM Partiyê Faik Yagizay diyar kir ku di hevdîtina bi rayedarên CPT’yê de, bersiva ‘Hevkariyê’ ya Wezareta Karên Derve ya têkildarî Îmraliyê hatiye rojevê û bersiva “Daxuyaniyek giştî parvekirine. Ev nayê wateya ku CPT têkildarî tecrîdê di nava hevkariyê de ye” girtine.    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropa (KE) yekane saziya navneteweyî ye ku dikare biçe Girava Îmraliyê û xwedî erkek e. CPT di sala 2022’an de çû Girava Îmraliyê û serdana girtiyên li Îmraliyê kir. Piştî serdanê raporek amade kir. Li gel salek di ser serdana Îmraliyê re derbas bû jî hêj rapora ku amade kiriye bi raya giştî re parve nekiriye.  CPT, hinceta vê yekê destûrnedayîna Tirkiyeyê nişan dide. Diyar dike ku bêyî destura hikûmeta Tirkiyeyê nikare parve bike.   Lê CPT dikare der barê dewletên ku daxwazên wan pêk neanîne de daxuyaniyê bide. 33 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel vê yekê heta niha CPT tu daxuyanî nedaye. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan vê rewşê wekî "Hevkariya bêdeng” pênase dikin û helwesta CPT rexne dikin.    Nûnerê Konseya Ewropayê (KE) yê DEM Partiyê Faîk Yagizay ku dem bi dem bi CPT’ê re hevdîtinan dike, helwesta CPT’yê ya der barê Îmraliyê de nirxand.    TIŞTÊN DI HEVDÎTINA DAWÎ DE HATIN AXAFTIN    Yagizay, anî ziman ku demek dirêj e bi rayedarên CPT’yê re hevdîtinan dike û wiha got: “Di hevdîtinan de mijara sereke ku herî zêde em li ser diaxivin, binpêkirinên mafê jiyanê yên li Îmraliyê ne. Di Konseya Ewropayê de, ku Tirkiye jî endamê wê ye, 2 parlamenter û 2 endamên wê yên cîgir hene. Di hevdîtinên me yên bi parlamenteran û Konseya Ewropayê de, em hewl didin ku pirsgirêka kurd bi rêya diyalog û demokratik çareser bikin. Ji bo em pirsgirêka kurd bidin xuyakirin, em hewl didin ku bêtir dostên xwe zêde bikin. Têkildarî vê mijarê em civîn, konferans û panelan pêk tînin. Em gelek caran hevdîtinên rû bi rû yên 2 kesan pêk tînin. Em dixwazin ku saziyên li Ewropayê dema raporan amade dikin û pêşkêşî Konseya Ewropayê dikin, bizanibin li çi baldar bin û çi derxin pêş. Em herî dawî di 4’ê Kanûnê de bi CPT’ê re hatin cem hev.”    Yagizay, da zanîn ku herî dawî Parlamentera DEM Partiyê Nevroz Uysal Aslan der barê rewşa Îmraliyê de pirs pirsî û wiha berdewam kir: “Lê Wezîrê Karên Derve pirsa “Hevkariyek nêzîk bi CPT’yê re tê kirin. Rayedarên CPT’yê der barê pirse de bersîva “Hevkariyê” de bersîva ‘Bi qasî em dibînin, Wezaretê têkildarî şert û mercên girtîgehê de daxuyaniyek giştî daye. Diyar kiriye ku Saziyên Navdewletî û bi taybetî bi CPT’ê re hevkariyek nêzîk heye. Ev daxuyaniyek giştî ye. Li gorî me ev nayê wateya ku CPT têkildarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan hevkariyê nake’ daye.”    Yagizay, anî ziman ku wan pirsa “Hûn çima raporên der barê Îmraliyê de parve nakin” ji CPT pirsî ye û wiha axivî: “CPT, niha baş xerab bi Tirkiyeyê re diyalogê dimeşîne. Ji bo ev diyalog bi dawî nebin, niha erênî nêzîk nabe ku raporan aşkere bike. Ji ber ku bersîva ‘Dibe ji rewşa niha xerabtir bibe’ dane.”    'RAPORÊN KU CPT'YÊ EŞKERE NEKIRINE HENE’   Yagizay, bibîr xist ku CPT raporên der barê îşkence û muameleyên xerab de amade kirine, bi awayekî veşarî nişanî dewletên ku serdana wan kirine, dane û wiha berdewam kir: “CPT heta niha tenê 4 raporên der barê serdana Îmraliyê de aşkere kirine. Herî dawî rapor aşkere kir û anî ziman ku qutkirina têkiliya Abdullah Ocalan a bi derve re li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. CPT di heman raporê de anî ziman ku tecrîd li dijî hiqûqa hundirîn û devre ye.”     ‘MIFTEYA AŞTIYÊ ÎMRALI YE’    Yagizay, destnişan kir ku her cara ku bi rayedarên Konseya Ewropaye re hevdîtin dikin mijara tecrîdê tînin rojevê û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan li Tirkiyeyê sedema şer û aştiyê ye. Dewleta Tirk bi tecrîdkirina Ocalan rê li pêş aştî û çareseriya siyaseta demokrasiye digire. Ji ber vê yekê ji bo tecrîd bi dawî bibe xebatên me yên dîplomatîk dê bidomin. Mijara tecrîdê ne tenê meseleya kurd e. Pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecridê hatine kîlîtkirin. Mifteya çareseriya van pirsgirêkan jî Îmralî ye. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî Tirkiye deriye Îmraliyê veke. Ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê rê li pêşiya çareseriya gelek pirsgirêkan bê vekirin.”    Yagizay, da zanîn ku ji bo Tirkiye biryarên ku komîteya Wezîran a Konseya Ewropa der barê Osman Kavala û Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê bere Selahattin Demirtaş de daye pêk bîne dixebitin û wiha bi dawî kir: “Eger DMME’ê der barê Ocalan de biryar dabe û vê biryarê paşve bigire û pêk nîne ev durûtiya saziyên ewropayê ye. Li gorî PMME’ê divê hemû biryarên DMME’ê têkevin meriyetdê. Lê DMME biryarên xwe pêk nîne û cot standartiyê dikin. Tecrîda li Îmraliyê hem li dijî hiqûqa Tirkiyeyê ye, hem jî li dijî hiqûqa navdewletî ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di asta kurevî de xebat tene kirinû pêngavek kurevî hatiye destpêkirin. Îqtîdara ku di tecrîdê de israr bike, hebûna  xwe di nava şer de dewam dike. Şer hebe ew jî heye. Şer tune be ew jî nikare bijî. Tecrîd mijara şer û aştiyê ye. Mijara çareserî û kaosê ye. Ji ber vê yekê divê gelê me jî piştgiriyê bide vê hamleye.”    MA / Esra Solîn Dal