Piştgirên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad be 2023-12-27 10:36:16   AMED - Welatiyên hatine serdana Nobeta Edaletê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û wiha gotin: "Ji îro pê de êdî rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan têr nake, divê azad bibe."   Malbatên girtiyan li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêkan kurd çareseriya demokratîk" de Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin û nobet di roja 24’emîn de berdewam dike. Çalakgerên ku pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe dikin, daxwaza xwe ya azadiyê tînin ziman û di nava rojê de jî ji hêla gelek sazî, partî û welatiyan ve tên ziyaretkirin.    Kesên tên serdana çalakgerên nobetê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk, qala rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin.    Yek ji kesên ji bo piştevaniya bi çalakiyê re hatiye Amedê jî Makbûle Akyuz (63) e. Akyuz, ji bo piştgiriyê ji navçeya Xana Axpar hat Amedê. Akyuz, daxwaza xwe bi gotina “Êdî bila dilê dayikan neşewite” anî ziman û wiha axivî: “Bila tecrîda ser Rêberê me bi dawî bibe. Bila êdî aştî, wekhevî û biratî be. Tevî nexweşiyên xwe hatim vê derê.”   ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ DIYAR E’   Akyuz, detnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de heke çareseriyêk çêbibe, divê bi Rêberê me re hevdîtinek were lidarxistin. Bi qasî ku Rêberê me girtî be, dê tu çareserî çênebin. Ji ber ku ji fikrên Rêberê me ditirsin, nahêlin hevdîtinê pê re bên kirin. Dizanin ku dema bi Rêberê me re hevdîtin bên kirin dê desthilata wan têkeve talûkeyê. Ji ber wê nahêlin hevdîtin bên kirin. Navnîşana çareseriyê diyar e. Heta ev navnîşan baş neyê xwendin dê aştî û aramî neyê.”   ‘EM AZADIYA WÎ DIXWAZIN’   Sûltan Altan, da zanîn ku divê her kesek xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derbikeve û ev tişt anî ziman: “Bifikirin ku dema zarokeke we nehate malê yan jî dema zarokeke we di greva birçîbûnê de be, hûn ê çawa aram bibin. Piştî ku di girtîghan de grevên birçîbûnê hatin destpêkirin, ne şev ne jî roja dayikan heye. Ji ber vê yekê, divê em li dora daxwazên girtiyan bibin xelek."    Altan, da zanîn ku tecrîd bi dengderxistina hezar kesan ranabe û wiha pê de çû: “Ji bo têkoşîneke civakî divê em dest bidin hev. Ev peywira me ye û dema me peywira xwe pêk anî dê tecrîd rabe. Ji îro pê de hevdîtina birêz Ocalan a telefonê, hevdîtineke bi parêzerekê re yan jî bi malbatê re dê nebe çareserî. Tekane çareserî, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e."    ‘MUXATAB OCALAN E’   Hevseroka DEM Partiyê ya Xana Axparê Emîne Acar jî xwest ku tecrîd were bidawîkirin û diyar kir ku dê polîtîkayên şer nebin çareserî û got. “Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan ê ku 40 sal e rêbertiya gelê kurd dike."    ‘TÊKOŞÎNEKE CIVAKÎ HEWCE YE’   Mehmet Salîh Kaya jî bi bîr xist ku ev sê sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha axivî: “Ji bo ku ev tecrîd were rakirin em li vê derê ne. Pêşengê vî gelî û serokê vê tevgerê ye. Ji bo ku peyama wî negihije civakê, tê tecrîdkirin. Bandora tecrîdê ne tenê ser civaka kurd, li ser tevahiya civakan bandor dike. Îro tiştên di girtîgehan de tên jiyîn, dûrî tecrîdê nîn in. Ji bo ku tecrîd were rakirin têkoşîneke civakî hewce ye. Divê gelê me li qadan be. Dema tecrîd hate rakirin dê wê demê tiştên xweş çêbin.”   MA / Mehmet Guleş