Parlamenter Aslan: Ji bo çûna Îmraliyê em ê israr bikin 2023-12-27 11:03:50   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan got ku ÎHÎK’ê têkildarî serdana Girtîgeha Îmraliyê berpirsyartî xistiye stûyê komîsyona jêr û wiha got: “Heke komîsyon bicive, em ê vê daxwazê dîsa bînin rojevê. Em ê ji bo serdana Îmraliyê biisrar bin.”    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 16’ê mijdarê de têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê tê ragirtin û 34 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê didome, girtîgeh ji komîsyonê re jî girtî ye û divê tavilê komîsyon, malbat û parêzer biçin serdana girtîgehê. ÎHÎK’ê jî di 7’ê kanûnê de bersiv da û got ku “Heke Komîsyona Jêr a Lêkolînkirina Mafên Girtî û Hikûmxwaran” guncav bibîne dikare serdanek bê lidarxistin.    Yek ji parlamenterên ku îmzeya wê di serlêdanê de hebû jî Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan bû. Aslan, têkildarî serlêdana ji bo ÎHÎK’ê û bersiva wê axivî.    'MODÊLA ÇARESERIYÊ HÊVIYÊ DIDE’   Aslan, bal kişand ser sedemên rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan modêleke çareseriyê ya alternatîf afirand. Ev modêl dikare bê bicihanîn û ev yek hêviyê dide. Lewma dixwazin bi vê sepanê nehêlin dengê birêz Ocalan li derve bê bihîstin. Fikrên wî yên têkildarî azadiya jinê, jiyana ekolojîk û feraseta azadiyê, bi kêrî çîna serdest a Tirkiyeyê û faşîzmê nayên. Sedema vê dorpêçê jî ev e.”    SÊ LINGÊN TECRÎDÊ: DYA, EWROPA Û TIRKIYE    Bi domdarî Aslan tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji hêla DYA, Ewropa û Tirkiyeyê ve tê domandin û ev tişt anî ziman: “Dixwazim bi nirxandina birêz Ocalan a têkildarî birêvebirina Girtîgeha Îmraliyê bersivê bidim. Birêz Ocalan dibêje ku bi ‘pergaleke sêling’ tê birêvebirin û gotibû ‘Lingek DYA, yek Ewropa û yek jî Tirkiye ye.’ Ev nirxandin nîşan dide bê ka pergala tecrîd û îşkenceyê ji hêla kê ve tê birêvebirin. Anku mirov dikare qala rola saziyên polîtîka, aborî, hiqûq û mafên mirovan ên dewletên navneteweyî yên van dewletan bike.”    ‘CPT ŞIRÎKÊ SÛC E’    Uysal, da zanîn ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) tecrîdê weke “îşkence” pênase dike û wiha domand: “Lê ev saziya ku vê tespîtê dike, hêj rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê parve nekiriye. Îşkence, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bi miltonan kes ji bo Ocalan dibêje ‘îradeya min e’ û heke tu têkildarî wî daxuyaniyê nedî, ev bi eşkereyî nîşan dide ku tu jî şirîkê sûcî. Ji ber ku vê pergala tecrîd û îşkenceyê tu ne tenê li birêz Ocalan, li milyonan kesan dikî. Di demeke sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin ma dê bê qebûlkirin ku tu li pey meseleyeke teknîkî bikevî?”    ‘EV HEZAR ROJ IN AGAHÎ NAYÊN GIRTIN’   Bi domdarî Uysal diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê li gorî tecrîdê hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her qonaxa wê de tecrîd bi awayeke sîstematîk hat meşandin. Ev hezar roj in ji birêz Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Ferqa van hezar rojên dawî ew e ku tecrîd veguheriye rewşa agahînegirtina mutleq û nediyariya şêweyê rêveberiya pergala Îmraliyê ye. Anku rejîmeke bêqanûn û bêhiqûq li wir di meriyetê de ye.”    ‘KRÎZA DI NAVBERA AYM Û DADGEHA BILIN DE ENCAMA HEMAN REJÎMÊ YE’    Di berdewamê de Aslan bal kişand ser krîza di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de û wiha got: “Ev krîz, encama heman rejîmê ye. Destûra Bingehîn ji holê hatiye rakirin. Ev rewşa nediyar û rêveberiya fiîlî çavkaniya xwe ji şêweyê rêveberiya bêqanûn a li Îmraliyê digire. Her ku ev rejîm belav bû, li Îmraliyê jî girantir bû. Mîna li her devera cîhanê, li Tirkiyeyê jî pirsgirêk bi muxatabên wê re çareser dibin. Yek ji muxatabên sereke yên kurdan ku dinya û dewlet baş nas dikin jî birêz Ocalan e. Bi milyonan kurd dibêjin ‘Ocalan îradeya min e.’ Lewma ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê mercên guncav bên afirandin. Ev, daxwazeke siyasî û civakî ye. Em jî dixwazin ku tecrîd bê rakirin û muxatab û muzakerevan birêz Ocalan azad bibe.”    ‘ÎHÎK’Ê BERPIRSYARTÎ XIST STÛYÊ KOMÎSYONA JÊR’    Uysal, herî dawî jî bal kişand ser serlêdana wan a ji bo ÎHÎK’ê û wiha got: “Mebesta serlêdana me bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bû. Lê ÎHÎK’ê bersiveke teknîkî da. Li şûna ku yekser bi vê pirsgirêkê re mijûl bibe, berpirsyarî xist stûyê Komîsyona Jêr a Lêkolînkirina Mafên Girtî û Hikûmxwaran. Li ser vê yekê me serî li komîsyona jêr da. Lê hêj bersivek nedane. Ez jî endama vê komîsyonê me û bêguman di civîna ewil a komîsyonê de ev mijar dê dîsa bibe rojev. Dê di civînê de piştî nirxandinan biryarek bê dayîn. Em ê di civînê de berpirsyartiya komîsyonê bi bîr bixin. Ji bo serdana Îmraliyê jî em ê biisrar bin. Ji bo bidawîkirina pergala tecrîdê, girtina Îmraliyê û azadiya birêz Ocalan dê xebatên me bidomin. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan 30 roj li pey xwe hişt û Nobetên Edaletê belav dibin. Gel li kolanan hewl dide li dijî vê bisekine. Em ê li her qadê van daxwazan bi dengekî mezintir biqîrin û têkoşîna hevpar mezin bikin û bidomînin.”    MA / Mehmet Aslan