Li 3 bajarên mezin ji bo DEM Partiyê 590 serlêdan hatine kirin 2023-12-27 14:41:58   AMED - Li bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji bo hevşaredariyê bi giştî 590 kesan serlêdan kirine.    Serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di roja 25’ê kanûnê de bi dawî bûn. Tê payîn ku di meha çileyê de namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin. Li bajarên mezin ên weke Amed, Wan û Mêrdînê ku kelehên DEM Partiyê ne, bi sedan kesan ji bo bajarên mezin û navçeyan serlêdan kirin.    AMED: 243 SERLÊDAN HATIN KIRIN    Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an ên rêveberiyên herêmî de ji 18 şaredariyan 15 jê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenc kir. 2 şaredarî AKP’ê û yek jî Partiya Saadetê bi dest xist. Ji şaredariyên HDP’ê qezenc kiribûn li 14’an qeyûm hatin tayînkirin. Niha tenê Şaredariya Çinarê di destê HDP’ê de ye.    Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2024’an bi giştî 243 serlêdan ji bo DEM Partiyê hatin kirin. Ji vê hejmarê 12 jê (3 jin in) ji bo hevşaredariya bajarên mezin hatin kirin. Yên din jî ji bo hevşaredariyên navçeyan e.    WAN: JI KESÊN SERLÊDAN KIRIN 44 JÊ JIN IN    Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de li Wanê HDP’ê ji 14 şaredariyan 10 jê qezenc kir. AKP’ê jî 4 şaredarî bi dest xist. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta ku hevşaredarên HDP’î yên şaredariyên navçeyên Ebex, Tuşba û Artemêtanê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin, ev şaredarî dan namzetên AKP’î yên di hilbijartinê de têk çûne. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên di destê HDP’ê de ketin 7’an. Piştre jî li tevahiya şaredariyên HDP’ê qeyûm hate tayînkirin.    Ji bo hilbijartinên pêş, gelek serlêdan ji bo DEM Partiyê hatin kirin. Bi giştî ji bo 13 şaredariyan 208 serlêdan hatin kirin. Ji vê hejmarê 12 jê ji bo hevşaredariya bajarê mezin in. Ji 208 kesên serlêdan kirin 44 jê jin in.    MÊRDÎN: 139 SERLÊDAN HATIN KIRIN    Li Mêrdînê bi giştî 11 şaredarî hene. HDP’ê di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de şaredariya bajarê mezin û şaredariyên 5 navçeyan bi dest xist. AKP’ê jî 5 şaredarî bi dest xist.    Ji bo hilbijartina 31’ê adara 2024’an li Mêrdînê ji bo DEM Partiyê 50 jê jin bi giştî 139 kesan serlêdan kirin. Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi giştî 16 kesan serlêdan kirin. Ji van 6 jê jin in.    DÊ LI HEMÛ NAVÇEYAN PÊŞHILBIJARTIN BÊ KIRIN    Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî serlêdanan axivî û got ku beriya pêşhilbijartinan mulaqat hatine kirin. Şahîn, wiha domand: “Piştî bidawîbûna mulaqatan, dê dosyaya me dîsa bê ber destê komîsyonê û dê pêşhilbijartin bên kirin. Dê pêşhilbijartin li hemû bajar û navçeyan bên kirin. Beriya pêşhilbijartinê dê lîsteya delegeyan bê daliqandin. Em ê firsendê bidin bernamzetan ku xwe bidin naskirin. Kesên di pêşhilbijartinê de bi ser ji sedî 50’ê (50+1) wedigirin dê bibin namzetên hevşaredariyê. Heke ji sedî 50+1 ne wergirin jî dê her du kesên di rêza yekemîn û duyemîn de dîsa bikevin pêşbirkê.”    BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA    Şahîn, bal kişand ser hejmara serlêdanan û axaftina xwe wiha qedand: “Hejmara zêde ya serlêdanan, bertekekî li dijî tayînkirina qeyûman, girtina siyasetmedaran û êrişan e. Namzetên me weke hevşaredartî yan jî endamtiya meclisê li van serlêdanan nanihêrin. Ji bo berteka li dijî qeyûm serlêdanan dikin û wisa tev li pêvajoyê dibin. Dema me sindoqa danîn, dê hemû kesên di nava delegasyonê de hay jê bibe. Em dixwazin tevek jî bên û dengê xwe bidin.”    MA / Mujdat Can