Li Îzmîrê jî Nobeta Edaletê hate destpêkirin 2023-12-27 16:37:46   ÎZMÎR - Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û  çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li Îzmîrê Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Kesên tev li çalakiyê bûn gotin ku Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo aştiya cîhanê têdikoş e.    Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Li Îzmîrê jî bi heman boneyê Nobeta Edaletê hate destpêkirin.    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya EGE’yê (EGE TUHAYDER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbatên girtiyan, li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nobeta Edaletê hate desptêkirin.    Çalakî, bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê tev li daxuyaniyê bûn. Li eywana daxuyaniyê bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em ê tecrîdê bişikînin, ji bo aştî û demokrasiyê em bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.    'OCALAN JI BO AŞTIYA CÎHANÊ TÊDIKOŞE’    Medîne Kaymaz ku kurê wê Bayram Kaymaz li Girtîgha Tîpa F a Tekîrdadgê tê ragirtin di daxuyaniyê de axivî û got ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê dikin. Kaymaz, wiha got: “Bila dawî li vê zilmê bînin. Tecrîda li ser birêz Ocalan û zarokên me bi awayeke derhiqûqî tê domandin. Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo aştiya cîhanê têdikoşe. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî dibe dê çalakiya me bidome.”    DÊ HEFTEYÊ 3 ROJAN NOBETA EDALETÊ BÊ GIRTIN    Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş jî got ku aştî, mezintirîn  çalakiya mirovahiyê ye û ew li gel daxwaza mafdar a Dayikên Aştiyê ne. Kuruş, wiha bi dawî kir: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Rêbazekî dermirovî ye. Em ê li cem dayikên xwe cih bigirin û berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê dê di rojên çarşem, pêncşem û înê de saet di navbera 11.00-17.00’an de bên lidarxistin.