Parêzer Karataş: Divê dengê Ocalan bigihije raya giştî 2023-12-28 09:09:24 WAN - Parêzer Mehmet Karataş anî ziman ku bidawîbûna şerê li Tirkiyeyê û pêkanîna aştiyê bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye û got ku fikara civakê ya der barê Abdullah Ocalan de encax gava dengê wî bigihije raya giştî dê ji holê rabe.    Greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 34 meh in agahî jê nayê girtin, hatiye destpêkirin di roja 32'yan de ye. Çalakiya greva birçîbûnê, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdarê de dest pê kir. Her wiha çalakiyên Nobeta Edaletê yên di çarçoveya kampanyayê de bi pêşengiya malbatên girtiyan li bajarên cuda hatin destpêkirin jî, dewam dikin.   Serokê berê yê Şaxa ÎHD'a Wanê parêzer Mehmet Karataş, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û Nobetên Edaletê yên li girtîgehan dewam dikin nirxand.   ‘LI ÎMRALIYÊ POLÎTÎKAYEKE TAYBET TÊ MEŞANDIN'   Karataş diyar kir ku sed sal in kurd rastî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên û got ku binçavkirin û girtinên li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di çarçoveya vê pêvajoyê de pêş ketiye, her tim didomin.   Karataş, anî ziman ku aliyê herî trajîk ê vê yekê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye û got: "Sedema sereke ya ku Îmralî ew qas di rojevê de ye, polîtîkayên taybet ên li wir tên meşandin bi xwe ye. Ji sala 1999’an vir ve ji bo birêz Ocalan rêziknameyên qanûnî yên taybet hatine danîn. Li vir gelek binpêkirinên mafan pêk hatin. Tevî ku dozên di asta neteweyî de hatine vekirin û bi encam nebûbin jî, li DMME’yê der barê binpêkirinên mafên mirovan de gelek biryarên binpêkirinê hatine dayîn. Der barê serlêdanên ji bo Ocalan de hin dosyayên li pêşberî DMME’yê hene. Lê di halê hazir de binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir û berbelavtir dibin."   ‘TERÎDA LI ÎMRALIYÊ LI GIRTÎGEHÊN DIN BELAV BÛ'   Parêzer Karataş destnîşan kir ku her çendî rewş wiha be jî îro nîqaşkirina mafên hiqûqî yên Abdullah Ocalan û nîqaşkirina mafên wî yên din bêwate ye û got ku ji lew re pirsgirêka herî girîng a niha ew e ku dengê wî nayê bihîstin û tu xeber jê neyê girtin.   Karataş, wiha domand: “Ji bo vê jî divê demildest tecrîd bi dawî bibe û rewşa Ocalan bi xwe ji raya giştî re bê ragihandin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji lew re divê mirov li gorî rûmet û şerefê nêzî mirov bibe. Anku qanûn bi xwe rûmet û şerefa mirovî bi qanûnan mîsoger kiriye. Ji ber vê yekê tecrîdkirina birêz Ocalan û astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re sûcê li dijî mirovahiyê ye."   Karataş, bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê li girtîgehên din ên Tirkiyeyê jî belav bûye û got ku bi taybetî girtiyên nexweş dema li ber mirinê bin jî nayên berdan.    ‘JI BO BIDAWÎBÛNA ŞER DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'   Karataş, destnîşan kir ku bidawîbûna şer û aştiya li Tirkiyeyê rasterast bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Heya ku tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên siyasî yên bi wî re neyê rakirin û heya mafên wan ên tenduristî, jiyan û qanûnî esas neyên girtin, ne pêkan e ku kirinên vê tecrîda li Tirkiyeyê ji holê rabin. Ji dêvla ku tecrîd bê bidawîkirina girtîgehên Tîpa S'yê hatin avakirin. Mirovên ji ber sûcekî sivik tên girtin jî dixin hucreyên yekkesî. Ev hemû encama polîtîkaya siyasî û tecrîda li Tirkiyeyê ne.”   Karataş, bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî Nobeta Edaletê ya dayikan, xwedî girîngiyeke mezin e. Girtiyên siyasî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, divê hîn zêdetir piştgirî bê dayîn."