Parazvanên mafên mirovan ji bo pirsgirêka kurd çareseriyê dixwazin 2023-12-28 10:14:30   RIHA - Parazvanên mafên mirovan, bal kişandin ku bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hawireke aştiyê dikare pêk were û anî ziman ku rêya vê yekê jî bi rakirian tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan pêkan e.    İsrara desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di pêvajoya şer de û zimanê wê yê berberiyê çareseriya pirsgirêka kurd a yek ji pirsgirêkên herî mezin a vî welatî ye kûr dike. Êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên li Herêma Kurdistana Federe 3 sal li pey xwe hiştin. Hejmara leşkerên di vî şerî de tên kuştin her ku diçe zêde dibe. Wezareta Parastinê ya Tirk îdia kir ku di şerê 22-23’yê kanûnê de qewimî 12 leşkerên wan hatine kuştin. Piştî vî şerî li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên hewayî hatin destpêkirin. Weşanxaneya Sîmavê, Navenda Çandiniyê ya Cizîrê, istasyona trênê, nexweşxane û kargeha zeytûnan di nav cihên ku hatin bombekirin de bûn. 8 kes di van êrişan de hatin qetilkirin.    Li gorî rêxistinên sivîl ên civakî parazvanên mafên mirovan ên li Kurdistanê ev êriş pirsgirêka kurd hêj kûrtir dikin û her wiha destnîşan dikin ku rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di çareserkirina pirsgirêkê de weke muxatap tê nîşandan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hawireke aştiyê dikare were avakirin.    ‘ÊRIŞ TEXRÎBATÊN ABORÎ BI XWE RE TÎNIN’    Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ê Rihayê Hidayet Enmek, bi lêv kir ku pirsgirêka kurd ji avabûna komarê ve berdewam dike. Enmek bal kişand serhildanên kurdan ên berê çêbûne û anî ziman ku polîtîkayên bişaftinê û cihekariyê yên li dijî kurdan her tim di dewrê de ne. Enmek, diyar kir ku israrkirina pergalê ya di van polîtîkayan de dibe dirêjkirina pirsgirêkê û bal kişand ser êrişên van çend rojên dawiyê û wiha got: “Desthilata siyasal a heyî, ji bo ku windahiyên dane veşêre, zimanê şer zêdetir pêş ve dibe. Êrişên li dijî Rojava ji ber vê yekê ne. Ev yek ji bo civakê û gelên Tirkiyeyê zêdetir texrîbatên aboriyê bi xwe re tînin.”   ‘DIVÊ AŞTÎ WERE AXAFTIN’    Enmek, destnîşan kir ku dawiya pêvajoya şeran nîne, divê demildest veguhere pêvajoya aştiyê û wiha got: “Aliyên vê Tirkiye û PKK ne. Divê her du alî werin cem hev û bi awayekî demokratîk vê veguherînin pêvajoya aştiyê. Divê her du alî di bingeheke demokratîk de hizûra aliyên 3’yemîn de aştiyê biaxivin. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin bi van polîtîkayên ewlehiyê ne serbixwe ye. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û saziyên demokratîk vê bibînin û dengê xwe bilind bikin. Daxwaza aştiyê û pêkanîna rêgezên hiqûqa gerdûnî berpirsyartiya hemû saziyên hiqûqê û hêzên demokratîk e. Heke em bi dengekî bilind daxwazên xwe neînin ziman, dê hawira antî demokratîk kûrtir bibe. Divê demildest hawireke aştiyê were avakirin. Heta ku ev yek çênebe dê şer berdewam bike û li gel vê yekê dê hilweşîna civakî, pirsgirêkên aborî û civakî bandoreke zêde li me hemûyan bike.”   ÇARESERIYEKE ÇAWA?   Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Ahmet Taş, anî ziman ku bi tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajoya şer û zextên li ser siyaseta kurd kûrtir kirine. Taş, anî ziman ku tecrîdê bêhiqûqiyên heyî zêdetir kirine û wiha got: “Bi polîtîkaya tecrîdê kurd derveyî siyasetê tên hiştin. Kurd birêz Ocalan weke vînekê dibînin. Qûtkirina ji cihana derve ya vê vînê, veguherî polîtîkaya cezakirinê ya gelê kurd. Polîtîkayên heyî û pêvajoya şer bandor li ser qada civakî jî dike. Em dibin şahidê zimanê nefretê yê li dijî kurdan.”   Taş, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe divê çareseriya pirsgirêka kurd were axaftin û wiha got: “Divê bingeheke diyalogê were avakirin, li dora maseyeke hevpar hemû fikir werin nîqaşkirin û rêyeke çareseriyê were dîtin. Ji ber ku şer krîzên heyî kûrtir dike. Bi vî awayî bêhiqûqî jî tê meşrûkirin. Baro û saziyên sivîl ên civakî divê bibin lingê hiqûqî yên aştiya ku were avakirin. Gaveke din a di vî warî de ew e ku tecrîd demildest were rakirin û bi birêz Ocalan ê yek ji muxatabên sereke yên meseleyê ye re diyalog were kirin. Daxwaza aştiyê ne tenê bêdengkirina çekan e. Di heman demê de bihevkirina nasnameya kurd a ku 100 sal in ji pergalê hatiye dûrxistin jî digire nava xwe. Ev çareserî divê ne tenê muxataban, çareseriyeke bandorê li hemû civakê bike têxe nava xwe.”   ‘ŞER BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ YE’    Yek ji rêvebera Şaxa ÎHD’a Rihayê Nahîde Polat Aslan jî bal kişand ser şer û pevçûnên li cîhanê diqewimin û wiha got: “Hêzên navnetewî pêdivî pê dibînin ku sînorên piştî Şerê Cîhanê yê Ewil li pişt deriyan hatin diyarkirin îro nû bikin. Bedelê vê jî mixabin gel û civak didin. Her çiqas nav lê nehatibe kirin jî bi awayekî qismî em di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne.”   Aslan, bal kişand ku di pêvajoyên şer de binpêkirinên mafan ên cidî pêk tên û wiha berdewam kir: “Mafê jiyanê yek ji mafên bingehîn ku ÎHD diparêze û niha herî zêde tê binpêkirinê ye. Em mafê aştiyê diparêzin. Em bi baweriya xwe ya bi aştiyê têkoşîna xwe didomînin û tu caran bêhêvî nabin. Bi vîna ku gel têxin meriyetê şer dikarin bên bertarafkirin. Ji ber ku bedela wê gel didin, heke gel bedel bidin yên ku vî şerî bisekinin jî gel in. Dîsa ji bo pêşî li mirinan were girtin û aştiya civakî were avakirin divê partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî helwestê nîşan bidin. Divê her kes her sazî ji bo aştiyê her hewildanê bike.”    MA / Ceylan Şahînlî