Ji bo nûçeyên têkildarî midûrê îstîsmarkar biryara astengkirinê hat dayîn 2023-12-28 10:56:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê Çand û Turîzmê yê Agiriyê Erkan Kosedag ji ber îstîsmarkirina gelek zarokan hate girtin. Xwegihandina nûçeyên têkildarî Kosedag hate astengkirin.    Midûrê Çand û Turîzmê ya Agiriyê Erkan Kosedag ji ber îstîsmara zayendî ya li dijî gelek zarokan hate girtin. Ji bo nûçeyên têkildarî Kosedag biryara astengkirinê hate dayîn. Parêzerên Kosedag serî li Dadgeriya Cezayên Sulhê dan û bi hinceta “lêpirsîn didome û dê nehêle bi awayeke bitendurist bê meşandin” xwestin xwegihandina nûçeyan were astengkirin.    Dadgeriyê jî bi îdiaya “mafên kesîtî yên endamên malbatê tên binpêkirin”, ji bo nûçeyên têkildarî Kosedag biryara astengkirinê da.