Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin 2023-12-28 12:10:36   MÊRDÎN - Amûrsaz Yûsûf Akin di oprasyona leşkerî de hatibû qetilkirin û bi ser qetilkirina Akin re 13 sal derbas bûn. Di danişîna dozê ya îro de hat îdiakirin ku bi sedema “ewlehiyê” keşf nehatiye kirin û dîsa biryar keşfê hate dayîn.    Amûrsazê bi navê Yûsûf Akin di operasyona leşkerî ya li çoltarê gundê Deyrcem ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya di sala 2011’an de hate qetilkirin û Mehmet Eren jî birîndar bû. Têkildarî doz hatibû vekirin û ji bo leşkeran biryara beraetê hatibû dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi sedema “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin”, ev biryar betal kiribû.    Piştî ku dosyaya Yûsûf Akin dîsa ji dadgeha herêmî re hate şandin, cendirmeyê tevgera taybet Kadîr Engîn O., Bahattîn Y., Yûsûf Ertûgrûl K. û Dogan G. dîsa hatin darizandin. Danişîna dozê di 15’ê îlona 2022’yan de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dest pê kir û îro jî 5’emîn danişîna dozê hat lidarxistin.    Li ser navê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê parêzer Erdal Kuzu dozê dişopîne û di danişînê de amade bû. Bersûcên negirtî tên darizandin jî tev li danişînê nebûn. Parêzerên bersûcan jî careke din hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn.    PARÊZERÊN BERSÛCAN JÎ XWESTIN KEŞF BÊ KIRIN    Hat dîtin ku parêzerên bersûcan jî daxwazname ji dosyayê re şandine û daxwaza keşfa cihê bûyerê kirin. Parêzerên bersûcan di daxwaznameyê de xwestin ku îfadeya Mehmet Eren dîsa were girtin û xwestin mesafeya cihê bûyerê careke din bê pîvandin.    KEŞF DÎSA NEHAT KIRIN    Dadgehê, ji bo keşfê biryar dabû ku ji cendirmeyan re muzekkere bê nivîsandin. Di bersivê de wiha hate gotin: “Ji ber ku di saeta keşfê de ewlehî baş nayê parastin, lewma em neçûn cihê keşfê...”   'DI DOZÊ DE EM XWE WEKE TEMAŞEVAN DIBÎNIN’    Parêzer Erdal Kuzu jî di parastina xwe de wiha got: “Di dema pêvajoya darizandinê de parêzerên bersûcan li dijî keşfa cihê bûyerê derketin. Lê di vê qonaxê de dixwazin keşf bê kirin. Ji ber ku ew jî dizanin ku hêzên ewlekariyê ji bo parastina hempîşeyên xwe anku miwekîlên wan raporeke neyînî nenivîsin. A rast em êdî xwe di vê darizandinê de weke temaşevan dibînin. Gundê bûyer lê qewimî nêzî dadgehê ye û daxwaza keşfê ya dadgehê bi hinceta ewlehiyê nayê kirin. Ev yek, ne ji ber gumanên ewlehiyê lê ji ber polîtîkaya necezakirinê rû dide. Heke ji bilî keşfê, rêbazeke din a ku rastiyê derxîne holê hebe, em ê bi awayeke nivîskî pêşkeşî dadgehê bikin. Dîsa jî bi îxtîmala ku keşfê bikin, dixwazim ji Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê re nivîs were nivîsandin ku keşfê bike.”    DÎSA BIRYARA KEŞFÊ DAN   Parêzer Kuzu xwest ku bersûc di pêvajoya darizandinê de girtî bin. Dozger jî xwest kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê, daxwaza girtinê red kir û biryar da ku ji bo keşfê dîsa ji Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê re nivîs were nivîsandin. Her wiha dadgehê biryar da ku dema keşf tê kirin, du polîs jî bi şandeyê re bin.