Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin 2023-12-29 08:55:09 SÊRT - Li Sêrtê gelek siyasetmedarên DEM Partî û DBP’ê hatin binçavkirin.    Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Sêrtê Ferhat Başkurt û Muazzez Bulga, endamên Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Maşallah Erbey û Ahmet Îstek, Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Rahîme Kaysî, rêveberên Rêxistina DEM Partiyê Takyedîn Alver û Kiymet Mut û Elîf Akan hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin li Mimdûriyeta Emniyetê ya Sêrtê tên ragirtin.