Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne 2023-12-29 09:02:54   RIHA - Girtiyê bi navê Îsmet Karak ê ku navê apê xwe yê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da girt, tev li greva birçîbûnê ya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hat destpêkirin, bû.   Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber jê nayê girtin hatin destpêkirin, bênavber didomin. Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger hat destpêkirin. Greva birçîbûnê îro di roja 33'yan de ye.   ÇÎROKA KARAK   Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Îsmet Karak (34), xwedî çîrokek balkêş e. Karak navê apê xwe girtiye. Apê wî di sala 1983'yan de di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest daye ku ev rojiya mirinê berdewama çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a bi pêşengiya Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ya li Girtîgeha Amedê ye. Karak di salên 2000’î de tev li PKK’ê dibe û di sala 2012’yan de xebera mirina wî digihê malbata wî.    Malbat piştî ku şîna Îsmet Karak datîne, ji bo cenazeyê wî wergire diçe navçeya Elbak ya Wanê. Ji leşkeran yek jê, ji malbatê re dibêje Karak li midûriyeta polîsan e. Piştî vê dertê holê ku Karak sax e. Karak piştî parastina xwe ya siyasî ya li dadgehê tê girtin.   Karak di vê pêvajoyê de li girtîgehên Wan, Mûş, Erzingan, Kirikkale û herî dawî jî li Enqereyê dimîne. Karak ku niha di Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Sîncanê de ye, 14 caran cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Cezayê wî di sala 2017’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin. Li girtîgeha ku herî dawî sewqî wê hatiye kirin bi qasî salekê di hucreya yekkesî de hatiye ragirtin.   BI BIRYAR IN   Karak bi rêya telefonê bi malbata xwe ya li gundê Kubika Çareba ya navçeya Pirsûs a Rihayê re axivî. Karak ragihand ku ew di greva birçîbûnê de ye.   Bavê Karak, Muslum Karak (69) anî ziman ku kurê wî heta niha ji têkoşîna xwe tawiz nedaye. Bav Karak bilêv kir ku di hevdîtina wan a dawî de kurê wî ragihandiye ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 ya Sîncanê nêzî 350 hucre û nêzî 60 girtiyên PKK'yî hene. Karak, da zanîn ku kurê wî dest bi greva birçîbûnê kiriye û got ku tecrîda li ser girtiyan hatiye girankirin.   Bav Karak ev tişt ragihandin: "Ez di 12'ê Îlonê de diçûm serdana girtiyan. Di salên 90'î de jî ez di girtîgehê de mam. Di wan deman de malbatan ji derve xwarin û cil û berg ji me re dianîn. Lê niha nameyên ku me bi pereyên xwe dişînin jî nadin girtiyan. Ji ber ku bi kurdî ne, ên ji bo wan tên nivîsandin jî nadin wan. Bi tecrîda ku niha tê sepandin, dixwazin me bikin 'koleyê koleyan.' 'Em çi bibêjin divê hûn qebûl bikin' li me ferz dikin. Ev zilm e. Divê kurd li hemberî vê dengê xwe bilind bikin."   Karak destnîşan kir ku kurê wî di çalakiya xwe de bi biryar e û di şexsê kurê xwe de ji bo hemû girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî kir.   MA / Ceylan Şahînlî