Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin 2023-12-29 10:45:16   SEMSÛR - Zarokê Sûriyeyî yê 16 salî Abdullah El Hamuud ê di hala zerzewatan a Semsûrê de dixebitî, di encama êrişa xwediyê kargehê de jiyana xwe ji dest da.    Hat destnîşankirin ku zarokê 16 salî yê bi navê Abdullah El Hamuud ê li hala zerzewatan a li Taxa Sîteler a Semsûrê dixebitî, rastî êrişa xwediyê kargehê Îsmaîl Mûstafa Akki hat. Di êrişê de El Hamuud jiyana xwe ji dest da.    Piştî bûyerê Akki hate binçavkirin.