Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir 2023-12-29 13:19:43   RIHA - Doç. Dr. Tûba Işik têkildarî qurbaniyên Roboskê parvekirineke nijadperest kir. Baroya Rihayê giliyê ji ber parvekirina nijadperest giliyê Işik kir.    Hîndekara Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Doç. Dr. Tûba Işik têkildarî qurbaniyên Roboskê parvekirineke nijadperest kir. Baroya Rihayê derbarê Işikê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da û giliyê wê kir. Baroyê di daxwaznameya xwe de xalên Destûra Bingehîn ên têkildarî sûcdariyê bi bîr xistin û got: “Ji bo ku dewletek weke dewleteke hiqûqê bê binavkirin, pêwîst e mafê mirovan û azadiya mirovan a bingehîn bê ewlekirin û di rewşa mirina mirovan de jî rûmet û şerefa wan were parastin.”   ‘HEQARET HATE ARMANCKIRIN’    Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku di 28’ê kanûnê de 19 jê zarok 34 kes bi bombekirina balafiran hatin qetilkirin û wiha hate gotin: “Komkujiya Roboskî birîneke xwîn jê tê ye ku di bîra tevahiya civakê de cihê xwe girtiye. Tê dîtin ku hem şîna xizm hem jî ya civakê hedef tê girtin û armanc dike ku bi nefret heqaretê li bîranînê bike.”   ‘BILA WERE CEZAKIRIN’    Baroyê xwest ku derbarê Işikê de li gorî xalên TCK’ê yên 130 û 216’an lêpirsîn were destpêkirin û ji bo were cezakirin doza cemaweriyê were daxwazkirin.