DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist 2023-12-29 13:30:28   AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi tevlîbûna rojnamegerên xwedî tecrube 2’yemîn Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) di çarçoveya “Bernameya Piştgiriya ji bo Maf 2” de komxebatek li dar xist. Gelek rojnamevanên ciwan tev li komxebata li avahiyê komeleyê de hate li dar xistin, bûn. Di destpêka komxebatê de rojnamevan Ensar Ozdemîr derbarê çawaniya wêneya nûçeyê de pêşkeşiyek kir û hin agahî parve kirin.    Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Abdurrahman Gok jî derbarê rojnamegeriya dema krîzê de hin agahî parve kirin. Gok derbarê çawaniya rojnamevaniya demên wek şer, pevçûn, erdhej û karesatên tên jiyîn de hin serboriyên xwe parve kirin. Wênekêşê Reutersê yê xwedî tecrube Umît Bektaş jî di heman çarçoveyê de serboriyên xwe bi rojnamevanên ciwan re parve kirin.    Kargeh bi pêşkeşiya parêzer Resûl Temûr ya di hêla mafên hiqûqî yên rojnamevanan de berdewam kir.