Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da 2023-12-30 11:09:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê kurdê bi navê Mansûr Salamat, li navenda binçavkirinê ya lê hate girtin, di encama îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.    Kurdê bi navê Mansûr Salamat ê li navendeke ewlehiyê ya li bajarê Ûrmiye yê rojhilatê Kurdistanê di bin çavan de dihate ragirtin, di encama îşkenceyên lê hatin kirin de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan ên li welat xebatan dimeşînin ve hatin parvekirin Mansour Salamat ê li gundê Pasan ê herêma Targawar bi hinceta “çeka nêhçîrê pê re heye” hate binçavkirin, di encama îşkenceyê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Hêzên rejîmê li malbata Salamat geriyan û jê re gotin ku ji ber strest û zextê felç derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Salamat ê ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin duh bi şev li gundê wî hate veşartin.    Ji sala serê sala 2023’yan ve li girtîgeh û navendên binçavkirinê yên Komara Îslamê ya Îranê herî kêm 8 kurd di encama îşkenceyê de hatin kuştin.