‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’ 2023-12-30 13:50:32   STENBOL - Dayikên Şemiyê destnîşan kirin ku sala 2023’yan bû sala binçavkirin, astengkirin û darizandinan û ev peyam dan: “Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin.”   Dayikên/Mirovên Şemiyê ku bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê tên bahev di hefteya çalakiya xwe ya 979’emîn de li Qada Galatasarayê daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê qûrnefîl û wêneyên xizmên xwe yên windakirine hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê bûn.    Di daxuyaniya vê hefteyê de qala binpêkirinên mafan ên sala 2023’yan hate kirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Zeynep Yildiz metna daxuyaniyê xwend û anî ziman ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hêj Qada Galatasarayê di bin dorpêçê de ye. Yildiz a pirsa “Ji bo ku em windakiriyên xwe bibinînin me çi kir?” pirsî diyar kir ku sala 2023’yan bi astengkirin û binçavkirinan tejî ye. Yildiz, anî ziman ku desthilatê faîlên mirovên hatine windakirin nedîtine.   ‘EM Ê WE BIBÎNIN’    Yildiz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê ji bo sala pêşiya me, daxwazên xwe yên herî xweş tam saet di 12.00’an de li asîmanan binêrin û ji windakiriyên xwe re ragihînin: ‘Em ê we bibînin!’ Sala 2023’yan ji bo bû sala astengkirin, binçavkirin û darizandinan. Me bi dehan caran tecrube kir ku destûra bingehîn û hiqûq tune tên hesibandin. Desthilatê ji bo aqûbeta windakiriyên mên di bin çavande aşkere bike, faîl û berpirsyarên sûc ceza bike peywîra xwe bi cih neanî.”   ‘EM Ê QET DEST JÊ BERNEDIN’    Yildiz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq nemaye û ji bo ku di sala nû de serdestiya hiqûqê bi cih were û binpêkirinên mafên mirovan rawestînin em ê berpirsyariyê xwe bi cih bînin. Yildiz, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê di sala nû de daxwaza xwe ya ji saziyên cemaweriyê ku rêzê ji maf û azadiyên me re bigirin bidomînin. Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin.”