Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan 2023-12-30 15:39:51 STENBOL - ÎHD’ê diyar kir ku Ergîn Aktaş ê destê wî yê rastê û milê wî yê çepê nîne û ATK’ê derbarê wî de 6 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û banga berdanê kir.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 614’emîn çalakiya “Rûniştina F’yê” ku her hefte pêk tînin, li ber avahiya şaxa xwe li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweşê giran ê astengdar Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş were berdan” hatin vekirin de dirûşmeyên “Bila Ergîn Aktaş were berdan” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û ji bilî Dayikên/Mirovên Şemiyê aktîvîstên mafên mirovan tev li bûn.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meryem Bars daxuyanî xwend. Bars, da zanîn ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin hene û diyar kir ku ne di rewşeke ku bikare pêdiviyên xwe, xwe bi xwe pêşwazî bike de ye. Bars a qala pirsgirêkên tenduristiyê yên Bars kirin wiha got: “Destê wî yê çepê ji enîşkê ve, yê rastê jî ji zendê ve nîne û nikare bi tena xwe serê xwe li xwe binêre. Girtiyekî astengdar e. Ji bilî vê astengdariyê nexweşê KOAH’ê ye û pirsgirêkên wî yên girêdayî vê nexweşiyê berdewam dikin.”   YEK FELC E, YÊ DIN DI NAV NIVÎNAN DE YE    Bars, bi lêv kir ku ji roja Aktaş hatiye girtin ve sirgunî gelek girtîgehan hatiye kirin û anî ziman ku di vê demê de bi nexweşiyên KOAH’ê û kimê ketiye. Bars, destnîşan kir ku aktaş di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de tê ragirtin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku derbasî odeya 3 kesî bibe, neçare maye ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike. Di demekî dirêj yek felç yê din jî di nav nivînan de bi du girtiyên astengdar re maye û li hev dû nêrîne û wiha jiyane.”   BERDANA WÎ 6 CARAN HATE TALOQKIRIN     Bars, da zanîn ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo Aktaş ji sala 2013’an ve cuda cuda 6 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da û bi lêv kir ku ji ber rapora “ewlehiyê” ya peyva “bixeter” tê de cih digire ya miduriyeta polîsan nayê berdan.    ‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE’   Parêzer Gulîzar Tûncer jî da zanîn ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatiye dayîn û biryar nehatiye qebûlkirin û doz biriye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û daxwaza “tedbîrê” hatiye kirin. Tûncer wiha dom kir: “Ji ber astengdariya xwe nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Ragirtina Ergîn Aktaş ê nexweşê KOAH’ê ye ya li girtîgehê rîskeke giran a tenduristiyê û jiyanê derdixîne holê.”