Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan 2023-12-30 16:19:29   ENQERE - Înîsîyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo berdana Abdûlalîm Kaya yê 80 salî û ji sedî 93 astengdar, careke din bang li rayedaran kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 486’an a daxuyaniyên çapemeniyê de ku ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixin, careke din hatin bahev. Di daxuyaniya li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate lidarxistin de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” hate vekirin.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ku li girtîgehan 651 jê giran hezar 517 girtiyên nexweş hene û bal kişand ku di sala 2023’yan de 23 ji ber nexweşiyan herî kêm 41 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Çevîrmen, diyar kir ku ev mirinên di girtîgehan de çêdibin dikare pêşî li wan were girtin.   Çevîrmen, pişt er rewşa Abdûlalîm Kaya yê 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de tê ragirtin parve kir.    ‘RAPORA JI SEDÎ 93 DANÊ’    Çevîrmen, bi bîr xist ku ji bo girtiyê nexweş Abdûlalîm Kaya di nava salê de du caran bang kirine û pêvajoya girtin û dermankirina Kaya kir. Çevîrmen a anî ziman ku Kaya yê di sala 2021’an de rapora ji sedî 91 danê di heman demê de nexweşiya prostatê û pirsgirêkên dîtin û bihîstînê pê re hene, qala nexweşiyên Kaya kir. Kaya da zanîn ku di 12’ê cotmeha 2022’yan de ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve ji sedî 93 rapora astengdariyê hatiye dayîn.    ‘TEVÎ NEXWEŞIYÊN XWE YÊN GIRAN DÎSA HATE GIRTIN’    Çevîrmen, bi lêv kir ku daxwazên malbatê û ÎHD’ê yên têkildarî berdana Kaya hatin paşguhkirin û ev tişt gotin: “Abdûlalîm Kaya tevî nexweşiyên xwe yên giran di 31’ê adara 2023’yan de dîsa hate girtin û xistin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Ji ber nexweşiyên xwe sewqî Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hatiye kirin, li vir meh û nîvan bi tena serê xwe hatiye ragirtin û ev rewş nebaştir bûye. Ji ber rewşa wî xerab bû û bi tena serê dihate ragirtin malbata wî serlêdan kir ku dîsa bînin Batmanê û beriya 5 mehan anîn Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Saziya Tiba Edlî di 31’ê tebaxa 2023’yan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Rêveberiya girtîgehê jî ji ber ku pîre ji bo di çarçoveya Danezana Serokkomariyê de were berdan kirariyên fermî pêk anîne.”   NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BE   Çevîrmen, diyar kir ku Kaya nikare di girtîgehê de bimîne û ji bo li cem malbata xwe bi şert û mercên bitenduristtir were dermankirin, bê berdan.