Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû 2023-12-30 16:44:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên li Edeneyê, Amed, Wan, Mêrsîn û Stenbolê Nobeta Edaletê didomînin, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.   Nobetên Edaletê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de li Wan, Amed, Stenbol, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin bi berzkirina daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berdewam kir.    EDENE   Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê daye destpêkirin di roja 27’emîn de berdewam kir. Di eywana nobet lê tê lidarxistin de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkênin, ji bo aştiya demokratîk bibin denge zindanan” hatin vekirin.   Çalakgerên ji bo nobetê bigirin hatine cem hev destnîşan kirin ku ew ê çalakiya xwe ya îro li Mêrsînê bidomînin. Çalakgeran bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” ber bi Mêrsinê ve ketin rê.    WAN   Li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk a Wanê de dane destpêkirin di roja 24’emîn de berdewam kir. Gelek welatî û siyasetmedar tev li çalakiyê bûn.    Hevberdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr a DEM Partiyê Nazîme Arvas di dema serdanê de axaftineke kurt kir û ev tişt anî ziman: “Divê polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Ocalan demildest werin rakirin. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Em jî weke komîsyon çalakiya we silav dikin. Ez hêvî dikim çalakî bibe wesîleya edalet û aştiyê. Feraseta mêrsalar hewl dide ku me di nava çar dîwaran de bêîrade bihêle, li mutbaxê û ji bo anîna zarokan me sînordar bike. Lêbelê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadî û îradeya jinê were qebûlkirin, têkoşîneke mezin da meşandin. Em bi saya vê têkoşînê di her qadeke jiyanê de xwedî gotin û îrade ne.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA AŞTÎ, WEKHEVÎ Û AZADIYÊ BIDOMÎNIN’   Piştre Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr ê DEM Partiyê Okkeş Kava jî anî ziman ku girtî li dijî polîtîkayên zextê yên desthilatê, têkoşîneke dîrokî didin meşandin û wiha axivî: “Îro jî ji bo ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin têkoşîneke mezin tê dayîn. Her kesê ku xwedî wijdan divê piştgiriyê bide û vê çalakiyê mezin bike. Em ê di her qadekê de têkoşîna azadî, aştî û wekheviyê xurt bikin.”   ‘ŞER KESÊ BI SER NAXE’   Endama Meclisa Dayikên Aşitiyê Saadet Oklû da zanîn ku, dayikên kurd ji ber polîtîkayên şer bi dehan zarokên xwe winda kirine û got: “Cenazeyên zarokên me di nava qutiyan de, bi kargoyê teslîmî me dikin. Em miriyên xwe bêyî vecîbeyên olî pêk bînin, vedişêrin. Ji vê derê bang dikim; bila dayikên leşkeran û Dayikên Aştiyê piştgirî bidin me. Em tevî hemû zilma tê kirin, daxwaza xwe ya aştiyê, di her fersendê de tînin ziman. Şer kesê bi ser naxe. Divê Wezîrê Dadê demildest pembûyê di nava guhê xwe de derxîne û bersivê bide vê daxwaza aştiyê.”   Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    AMED   Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike. Gelek dayik ji bajarên cuda hatin û tev li çalakiyê bûn. Dayikan di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û îro jî çalakiya xwe domandin.    Ji dayikan Rabîa Ataş axivî û got: “Em dixwazin gel û malbatên din jî tev li nobetê bibin. Em ê bi hev re, dest bidin hev û vê tecrîdê bişkînin.” Endamên Platforma Şaxên KESK’a Amedê hatin serdana malbatan. Endamên KESK’ê xwestin neheqiyên dom dikin, bi dawî bibin.    Çalakî bi stranên dayikan dom kir.    MÊRSÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 27’emîn de berdewam kir. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, xizmên girtiyan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    Hevserokê TUAY-DER'a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, çalakî dom bikin.    Dayika Aştiyê ya ji Edeneyê tev li çalakiyê bûye Bezo Orûç jî wiha axivî: “Heta ku ev zext li ser Serokê me were meşandin, dê tu kes ji me azad nebin. Em aştî û azadiyê dixwazin.” Dayika Aştiyê Emîne Eren jî spasiyên xwe li dayikên ji Edenê hatine kir û ev tişt gotin: “Em li benda rakirina tecrîda li ser Rêbertî ne. Dilê me dayikan diêşe. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Heya ku tecrîda li ser Serokê me tê rakirin, heya ku zarokên me azad dibin em ê çalakiya xwe bidomînin.”   Nobet bi gotina stranan a dayîkan dom kir.    STENBOL    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiya li avahiyê rêxistina DEM Partî ya Esenlerê de tê domandin bûn. Çalakgeran pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û vê peyama “Daxwaz neyên qebûlkirin, dê têkoşîn berdewam bike” parve kirin.