Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe 2023-12-30 16:54:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihandin ku dewleta tirk êrişa çeteyên DAIŞ`ê ku di meha tebaxê de li Tebqayê pêk anîbû, girtiye ser xwe.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku îstixbarata dewleta tirk duh ragihandiye ku ew berpirsê "êrişa terorîst" a ku li dijî welatiyekî li Tebqayê pêk hatiye ye. Navendê da zanîn ku DAIŞ`ê di 5`ê tebaxê de ragihandibû ku wan êriş pêk aniye.    Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îstixbarata Tirkiyeyê qebûl kiriye ku ew berpirsê êrişê ye û ev jî nîşaneyeke diyar e ku têkilî di navbera her du aliyan de heye.   Navendê ev agahî di daxuyaniya xwe de parve kirin: "Duh bi sibê, dezgehên çapemeniyê yên fermî yên dewleta tirk, ragihand ku îstixbarata tirk welatiyekî bi navê Omer Mihemed Ebdullah El Daham ê ji Tebqayê kuştiye. Îstixbaratê, welatî bi dan û standina bi hêzên me re û pêkanîna çalakiyan li dijî leşkerên tirk tawanbar kir. Lê belê 5`ê tebaxê DAIŞ`ê bi rêya ajansa xwe Amaq bi daxuyaniyeke fermî ragihadibû ku wan El Daham kuştiye. Lê piştî zêdetirî 4 mehan îstixbarata Tirk careke din nûçeyeke lezgîn parve kir û got ku wan êriş pêk aniye. Ev nîşan dide ku têkiliyeke diyar di navbera îstixbarata dagirkeriyê û DAIŞ`ê de heye û hewl didin ewlehiya herêmê bi hedefgirtina welatiyan têk bibin."   Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têkiliya El Daham bi hêzên wan re tune ye.   Her wiha navendê bi daxuyaniyê re wêneyeke daxuyaniya DAIŞ`ê û yek jî ya îstixbarata dewleta tirk û nûçeyên hin dezgehên çapemeniyê yên têkildarî bûyerê parve kirin.