Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye 2023-12-31 09:00:36   ÎZMÎR - Mele Ferzende Denîz têkildarî êrişên li dijî cenazeyên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane wiha got: "Qanûneke şer jî heye. Ev nîşaneya barbariyê ye."   Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dewam dikin. Cenazeyên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane gelek caran li ser hesabên medyaya dîjîtal yên aîdî hin derdorên milîtarîst û nijadperest tên belavkirin. Berdevkê Yekitiya Alimên Olî yê Îzmîrê Mele Ferzende Denîz bertek nîşanî vê yekê da û got ku kesên cenazeyan teşhîr dikin "bê exlaq, wijdan û bêşeref in."   'BÊEXLAQÎTÎ YE'   Denîz, wiha got: “Gava kesek mir, divê kes dest nedê. Di şeran de, her du alî ji bo ku cenaze ji hêla heywanan ve zirarê nebînin, şer radiwestînin. Qanûneke şer jî heye. Ger tu dereke dijminê xwe jê bikî, bi te re ne exlaq ne jî wijdan heye. Ev nîşaneya barbariyê ye. DAIŞ’ê bi tekbîrê mirovan qetil dikir. Yê dike kî be jî, ev bêexlaqîtî ye."   Denîz, anî ziman ku ji bo dawî li pevçûnan bên divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Qanûn ne ji bo şexsekî, ji bo civakê ye. Ger hûn girtî bin jî mafên we yên qanûnî hene. Ev ji bo Ocalan jî derbasdar e. Gelek kes Abdullah Ocalan wekî rêber dibînin. Ji ber vê yekê tecrîd ne tenê li ser kesekî, li ser gelek beşên civakê tê meşandin. Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîd bê rakirin û rê li ber diyalog bê vekirin."