Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e 2023-12-31 11:43:29   ŞIRNEX - Hilbijartina rêveberiyên herêmî nêz dibe û di nava 5 mehan de hejmara hilbijêrên li navenda Şirnexê 8 hezar û 343 zêde bû. Ji van hilbijêran qeydên 4 hezar û 368’an jê li 23’yemîn Fermandariya Tumenê ya Sînor hatine qeydkirin.    Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 20247’an 3 meh mane. Ji bo ku li bajarên Kurdistanê bandorê li encamên hilbijartinê bike, hejmareke zêde ya hilbijêran li bajaran tên veguhestin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî di daxuyanniya 20’ê kanûnê de sepanên serdema berê bi bîr xist û got ku qeydên bi hezaran polîs û leşkeran li navendên bajarên Kurdistanê hatine veguhestin.    Tîryakî, yek bi yek agahiyên li hemû bajaran eşkere kir û got ku îktîdara AKP’ê hewl dide bi rêya hîleyan îradeya gel xesp bike.    Yek ji bajarên ku Tîryakî qala wê dikir jî Şirnex bû. Tê gotin ku AKP’ê di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de nêzî 14 hezar deng li bajar veguhestibû û şaredarî bi dest xistibû. Daneyên ku AKP di vê hilbijartinê de jî serî li heman hîleyê dide hene.    Li gorî daneyên sala 2023’yan, nifûsa Şirnexê 557 hezar û 605 e. Tenê li navenda bajar 102 hezar kes qeydkirî e. Di hilbijartinên 14’ê gulanê de li navenda bajar 41 hezar û 841 hilbijêr qeydkirî bûn. Di hilbijartinê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji sedî 48,05’ê dengan û AKP’ê jî ji sedî 33,60 stend.    8 HEZAR Û 343 HILBIJÊRÊN NÛ   Di hilbijartinên giştî de li 12 taxên navenda bajar bi giştî 41 hezar û 841 hilbijêr hebûn. Di nava 5 mehan de 8 hezar û 343 hilbijêr lê zêde bûn û derket û 50 hezar û 184 hilbijêran.    TENÊ 509 JÊ LI SER NIFÛSA ŞIRNEXÊ QEYDKIRÎ NE    Ji van kesên li navenda Şirnexê û taxên wê hatine veguhestin tenê 594 jê qeyda wan li Şirnexê ye û yên din tevek ji bajarên cuda hatine veguhestin.    Ji van hilbijêran hezar û 787’an jê di hilbijartinên giştî de dengê xwe li navçeyên cuda avêtine û niha jî li navenda bajar hatine veguhestin. Yên din jî ji bajarên cuda li Şirnexê hatine veguhestin. Gelempariya van jî leşker û polîs in.    LI TUMENÊ 4 HEZAR Û 368 HILBIJÊR HATIN VEGUHESTIN    Cihê herî zêde hilbijêr lê hatine veguhestin jî Taxa Yeşîlyurtê ku 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan li wir e. Di hilbijartinên gulanê de li vê taxê hejmara hilbijêran 3 hezar û 140 bû lê ev hejmar bi qasî ji sedî 169 zêde bû û 4 hezar û 368 hilbijêr li tumenê hatin qeydkirin.    2 HEZAR Û 961 HILBIJÊR VEGUHESTIN MALA POLÎSAN Û LOJMANAN    Seçmen artışı ile karşılaşılan bir diğer yerleşim yeri ise Yenimahalle. 2 bin 120 yeni seçmenin taşındığı mahallede, taşınan bu seçmenlerden 157 tanesi kent merkezi, 146’sı da bağlı ilçelerden gelirken, geriye kalan bin 817’si farklı kentlerden taşındı.   Yek ji taxên din a ku hejmara hilbijêran lê zêde bûyî jî Taxa Bahçelîevlerê ye ku Mala Polîsan li wir e. Hezar û 62 hilbijêr lê hatine veguhestin. Li Bûlwara Vîlayetê ku Mala Polîsan li wir e, 503 hilbijêr hatin veguhestin. Bi sedan hilbijêr li avahiyên bi hejmar 217, 218,219 û 220 ên li nêzî Midûriyeta Emniyetê ya Bajar hatin qeydkirin. Ji van hilbijêrên li taxê hatine veguhestin 353 jê ji navçeyan hatine veguhestin. Her wiha tenê 64 li ser nifûsa Şirnexê qeydkirî ne.    HEJMARA HILBIJÊRÊN VEGUHESTÎ RADIXE BER ÇAVAN    Dema rêjeya bilindbûna hilbijêran a li taxên din ên bajar jî tê lêkolînkirin, ferqa di navbera zêdebûna xwezayî û ya hilbijêrên hatine veguhestin jî derdikeve holê. Guherîna hilbijêran a li taxên din wiha ye; Taxa Vakif Kentê 399 kes, Taxa Şehrî Nûhê 349 kes, Taxa Gundogduyê 225 kes, Taxa Dîcleyê 145, Taxa Cumhuriyetê 140, Taxa Gazî Paşayê 137, Taxa Ataturkê 121 kes, Taxa Aydinlik Evlerê 82 û Taxa Îsmet Paşa jî 44 kes.