Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e 2023-12-31 17:25:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe ya ji bo bavê xwe yê jiyana xwe ji dest da şand de wiha got: “Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ya lê tê ragirtin ji bo bavê xwe Tahîr Demîrtaş ê jiyana xwe ji dest da peyamek şand.    Demîrtaş, di peyama xwe de wiha got: “Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e. Heqê xwe helal bike. Destê te yê terikî hezar caran maç dikim. Cihê te bihişt be. Spasiya xwe pêşkeşî herkesê ku sersaxî daye me, bûye hevparê êşa me dikim û silavên xwe dişînim.”