Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn 2023-12-31 20:44:22   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn. Li navçeya Gever a Colemêrgê li ser hev 3 erdhej çêbûn. Li gorî daneyên di malpera AFAD’ê de cih digirin navenda wê Gever erdheja ewil bi pileya 4.4, erdheja duyemîn bi pileya 3.5 û erdheja sêyemîn jî bi pileya 4.5 çêbûye. Erdehên çêbûn li navenda bajar bû sedema tirsê.