Zem li heqê rê û piran hate kirin 2024-01-01 08:58:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala nû de zem li heqê rê û piran hate kirin.    Midûriyeta Giştîya Rêyên Bejahiyê (KGM) daxuyand ku li gel têketina sala nû zem li heqê derbasbûna pir û rêyên bejayî hate kirin. Li gorî daxuyaniya li ser hesabên medya dîjîtal hatiye kirin, li rêyên bejayî yên KGM lê dinêre heqê derbasbûnê rêyên bejahiyê ya herî erzan bû 9 lîre, herî zêde jî bû 85 lîre, bihayê derbasbûna piran a yek alî jî ji bo otomobîlan bû 15 lîre.    Zemên hatine kirin dê ji îro pê de derbasdar bibin.