‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’ 2024-01-01 10:43:25   AMED - Welatiyên li Amedê diyarkirin ku dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Birêz Ocalan Serokê gelê kurd e. Çi dikin bila bikin nikarin gelê kurd û serokê wan ji hev veqetînin. Daxwazên wan meşrû ne.”   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, zêdetirî 34 mehan e agahî jê nayên girtin. Bertekên li dijî vê rewşê li her qada ku kurd lê ne berdewam dikin. Welatiyên ku tev li 2’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya duh hate lidarxistin bûn bertekên xwe yên têkildarî “tecrîda mutleq” a li Îmraliyê anîn ziman.    ‘EM AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIXWAZIN’    Yek ji welatiyê ku tev li kongreyê bû Mehmet Guneş diyar kir ku amadene di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” tişta ku bikeve berê wî bike, pêdiviya berxwedanê destnîşan kir. Guneş, xwest ku Abdullah Ocalan azad bibe û wiha got: “Em li dijî şer û mirinê ne, Bila diyalog û çareserî çêbibe.”   ‘YEKITIYA NETEWÎ ŞERT E’    Şerafettîn Bozkûrt anî ziman ku ji bo tecrîd were bidawîkirin divê gelê kurd rabe ser piyan û bi gotina “Divê deng bidin girtiyan, her tiştî li ser milê wan barnekin” anî ziman ku bi yekitiya netewî dikarin serbikevin. Saygul Kagan Arslan destnîşan kir ku kurd dikarin bi yekitiya netewî tecrîdê bi dawî bikin û got: “Ji bo edalet û azadiyê divê em bi hev re bimeşin. Heke em bûn yek em dikarin tecrîdê bidin rakirin.”   ‘EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN’     Zekiye Yilmaz anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet nîne û wiha got: “Divê em dest bidin destê hev û têkoşînê mezin bikin.” Yilmaz, diyar kir ku zêdetirî 40 salane li dijî kurdan şerek tê meşandin û wiha hate berdewam kir: “Bi van polîtîkayan heta niha çi bi dest xistin bila bêjin. Îradeya kurdan nas nakin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin.” Mehmet Ceylan jî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê siyasî ye û anî ziman ku hewl didin hevdîtina Abdullah Ocalan a bi gel re asteng biklin. Ceylan, destnîşan kir ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe divê herkes dengê xwe derxîne û wiha got: “Heke xwedî dernekevî dê tecrîd çawa rabe?”   ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’    Firat Yuksektepe jî ev tişt gotin: “Hikumeta AKP’ê baş dizane ku navnîşana çareseriyê Îmrali ye. Ji ber vê yekê ji Rêberê Gelê Kurd ditirsin. Ji ber ditirsin jî tecrîd dikin û hewl didin kurdan ji Serokatiya wan dûr bixin. Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şenseke. Ji ber wê yekê tecrîda tê kirin ji hêzên navnetewî ne serbixwe ye. Lê çi dikin bila bikin nikarin gelê kurd ji Serokatiya wan qût bikin. Em bi Serokatiya xwe bi bawer in, gelê kurd bêxwedî nîne. Gelekî kurd ku zana û birêxistin heye û daxwazên wan rewa ne.”    Abdûlkadîr Kaya jî wiha got: “Birêz Ocalan serokê gelê kurd e. Çi ji destê me were em ê ji bo şikandina tecrîdê pêk bînin û em ê li ber xwe bidin.”