Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû 2024-01-01 12:57:42   EDENE - Li navçeya Yuregir a Edeneyê di malekê de sobeya ceyranê qelibî û şewat derket. Di şewata derketî de, yek jê zarok, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû.    Li taxa Kokluce ya girêdayî navçeya Yuregîr a Edeneyê, sobeya ceyranê qelibî û şewat derket. Piştî agahîdayînê tîmên tenduristî û agirkujiyê sewqî cihê şewat lê derktiye, hatin kirin. Tîmên agirkujiyê piştî mudaxileya şewatê, dayik Nazan, bav Enîs û her du cêwikên bi navên Kaan û Demîr Lamba ji malê derxistin. Di mudaxileya ewil a tenduristiyê de hat tespîtkirin ku dê, bav û ji zarokan Kaan Lamba jiyana xwe ji dest dan.   Ji zarokan Demîr Lamba bi masaja dil a tîmên agirkujiyê, bêhn stend û hate xelaskirin. Demîr Lamba bi ambûlansê şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê û li wir tê dermankirin.