Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin 2024-01-01 13:38:37   AGIRÎ - Girtî Yasîn Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa L ya Panosê de tê ragirtin, anî ziman ku ji ber hin pirtûkên di serdagirtina qawîşan de hatine desteserkirin, derbarê hin girtiyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Yasîn Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa L ya Panosa Agiriyê de tê ragirtin, bi malbata xwe re bi rêya telefonê axivî û anî ziman ku derbarê gelek girtiyan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Yilmaz anî ziman ku di serdagirtina qawîşan de dest danîne ser hin pirtûkên bi destûra îdareyê girtîgehê hatine dayîn û ev tişt gotin: “Derbarê pirtûkên bi destê xwe qeyd kirine de, lêpirsînê didin destpêkirin. Heya niha derbarê 50 girtiyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji ber lêpirsînên hatine destpêkirin, tahliyeya çend hevalan hate taloqkirin. Pirtûk bi hincetên ‘Temamiya pirtûkê xera bûye’ û ‘Pirtûk feraseta kurdbûn û Kurdistanê zindî dike’ hatin komkirin û lêpirsîn hatin destpêkirin.”