Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê 2024-01-01 15:42:16   MELETÎ - Tê payîn ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin ê karûbarên îfadeya wî li miduriyeta polîsan bi dawî bûye, dê sibê bibin dozgeriyê.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye destpêkirin de tevî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin ê di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin û Baran Tûncel, Rojbîn Dogan, Siyajîn Yaman, Teyfîk Kanat birin Midûriyeta Polîsan a Meletiyê. Tê payîn ku tevî Yalçin, kesên hatine binçavkirin dê sibê bibin dozgeriyê.     Hat zanîn ku xebatên Yalçin ê di dema li Meletiyê xwendekar bû de endamtiya komeleya dikir, jê hatine pirsîn. Hat ragihandin ku polîsan ji Yalçin re pirsa ku di komeleyê de "perwerdehiya bîrdozî" dihate dayîn an na pirsî ne.