Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket 2024-01-01 20:09:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 5'an a "Bultena Tecrîdê" ya OHD'ê ku der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye, derket.    Hejmara 5'an a "Bultena Tecrîdê" ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ku têkildarî ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş 15 rojan carekê dertê, derket. Di bultenê de hat destnîşankirin ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu agahî ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê nayê girtin û îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirian tecrîda Îmraliyê li girtîgehan hatin destpêkirin hat kirin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ragihandin:   "Tevî hemû hewldanan j ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve 33 meh e ji girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên girtin tu nûçe nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 19 û 26'ê Kanûna 2023'yan de ji bi muwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re ku 33 meh in xeber jê nayê girtin  hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.    Weke Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, li cihên ku şaxên me lê hene, 'Koordînasyonên Şopandina Çalakiya Birçîbûnê' hatin avakirin. Ji bo şopandin û raporkirina xebatên têkildarî çalakiyên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatine destpêkirin, bi navê 'Koordînasyona Şopnadina Çalakiyên Birçîbûnê' daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin.   * Çalakiyên birçîbûnê yên dorveger ên ku di 27'ê Mijdara 2023'yan de li hemû girtîgehan bi armanca rakirian tecrîda li ser birêz Ocalan dest pê kirin, di roja 36'an de ne.    * Di 4'ê Kanûna 2023'yan de ji bo piştevaniya ku girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirin û li dijî tctecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê didome, Nobeda Edaletê li Amed, Mêrsîn, Edene, Wan û Stenbolê hat destpêkirin. Nobeda Edaletê dewam dike."