Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da 2024-01-01 22:49:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikûmeta Şamê gundên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê topbaran kir. Di encama topbaranê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.   Hêzên hikûmeta Şamê yên li Nibul û Zera li bakurê Helebê bi cih bûne, gundên Kibêşîn û Birc Hêderê yên dagirkirî yên navçeya Şêrawayê ya Kantona Efrînê topbaran kirin. Di encama topbarê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 djî birîndar bûn.