ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN 2024-01-02 09:00:01   * Bavê siyasetmedara kurd a girtî Sebahat Tûncel a ketiye greva birçîbûnê, Fahrettîn Tuncel bi telefonê bi keça xwe re axivî. Tûncel, diyar kir ku piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê gel ve kêm e û anî ziman ku ji bo bi cih hatina daxwazên girtiyan divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê.    * Huseyîn Yilmazoglûyê ku 6 sal in ji bo 2 kurên xwe ji nava dafika tiryakê rizgar bike têdikoşe, pirsî ku tiryak çawa di noqteyên lêgerînê re derbas dibe û di çavdêriya kê de tê navçeyê.    * Endama Koma Xebatê ya Ekoqirkirinê ya Koalîsyona Edaleta Avhewayê Îlksen Dînçer Baş, diyar kir ku ji bo "Ekoqrikirinê" daxilî nava çaçroveya sûcî bê kirin têdikoşin û got ku sûcên li dijî xwezayê bê ceza tên hiştin.   * Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê li Şaredariya Rezanê tayîn kiribû, bi nelirêtiyeke xwe ya nû di rojevê de ye. Beyoglû, Seroka Baskên Jinan a AKP’a Amedê û endama Meclisa Şaredariyê Guzel Kizoglû ya ji AKP’ê hatibû hilbijartin, ji bo ku bike Midûra Nivîsgeha Taybet serî li wezaretê da.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Wan, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê didome. (11.00-17.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û TJA dê biçin serdana gora Denîz Poyraz. (11.00)