Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye 2024-01-02 09:01:34   AMED - Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê li Şaredariya Rezanê tayîn kiribû, bi nelirêtiyeke xwe ya nû di rojevê de ye. Beyoglû, Seroka Baskên Jinan a AKP’a Amedê û endama Meclisa Şaredariyê Guzel Kizoglû ya ji AKP’ê hatibû hilbijartin, ji bo ku bike Midûra Nivîsgeha Taybet serî li wezaretê da.    Di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê adara 2019’an de li navçeya Rezan a Amedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ketibû. YSK'ê bi hinceta ku hevserokê HDP’î bi Biryarnameya d Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye îxrackirin, li şûna mazbatayê bide hevşaredarê HDP’î, mazbata da Huseyîn Beyoglû yê AKP’î yê di hilbijartinê de binketibû.   Navê Beyoglû yê AKP’î ji roja hatiye tayînkirin heya îro, ji ber nelirêtiyên kiriye qet ji rojevê neket. Beyoglû, ji ewilî birayê xwe Haşîm Merdoglû bi hinceta “ji tecrûbeyên wî sûd bigirim” wek alîkarê xwe tayîn kir. Piştî bertek hatin nişandan Merdoglû îstifa kir. Beyoglû piştre hevjîn, bira û bi referansên Parlamenterên AKP’î û kesên di bi navê "Xaltîka Siddika" de 135 kesan ji bo kar xist şaredariyê.    Navê Beyoglû bi firotina parsel parsel a zeviyên şaredariyê hate rojevê û herî dawî jî ber bertîlê bû nûçe. Alîkarê Beyoglû, di operasyona bertîlê de hate binçavkirin. Midûrê Îmarê yê Şaredariyê Firat Kiliç dema ji mirovekî kar ji bo destûra îmarê bide bertil distend hate girtin. Kiliç hate binçavkirin, lêpirsîn hate berfirehkirin. Beyoglû yê Siddik Aycil xistibû kar jî hate binçavkirin. Der barê Beyolglû de qedexeya derketina derve hate dayîn.    UGUR EREKLÎ YÊ AKP’Î KIR MIDÛRÊ NIVÎSGEHA TAYBET   Beyoglû, di meha dawî ya salê de ji bo endameke Meclisa Şaredariyê yê AKP’î bike Midûrê Nivîsgeha Taybet serlêdan kir. Beyoglû, berî demeke nêz Serokê Baskên Ciwanan a AKP’a Rezanê û endamê Meclisa Şaredariyê Ugur Ereklî anîbû heman peywirê.    Beyoglû, niha jî ji bo Guzel Kizoglû ku Seroka Baskên Jinan a AKP’a Amedê û endama Meclisa Şaredariyê ye bîne heman peywirê serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Veguherîna Avhewayê da.    Bayoglû, di 12’ê kanûnê de ji bo “destûrdayîna tayînkirinê” serî li wezaretê da. Di serladana hatiye şandin de hat gotin ji bo xizmetên wezaretê bi awayeke baş û têr werin meşandin pêdivî bi kadroya Midûriyeta Karûbarên Nivîsan heye û hat îdiakirin ku Kiziloglû ji bo vê peywirê kesê herî guncav e.    Herwiha Beyoglû îdia kir ku mûçeyên personelan ji lêçûnên şaredariyê ji sedî 10.31 e. Lê belê tê gotin ku lêçûnên ji bo mûçeyan tê veqetandin, gelek zêdetir e.    MA / Mujdat Can