'Gelê me nîşan da bê ka divê demokrasî çawa be' 2024-01-15 13:57:06   WAN - Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Gonul Ûzûnay û Veysî Dîlekçî destnîşan kirin wan bi hilbijartina gel endamên xwe diyar kirine û anîn ziman ku ew ê di 31’ê adarê de jî bersiveke dîrokî bidin desthilatê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya amadehiyên hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de li gelek bajar û navçeyan ji bo diyarkirina hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa bajêr di 13 û 14’ê çileyê de li gelek navendan sindoq danîn. Delegeyên partiyê jî ji bo diyarkirina endaman çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anîn.    Ji bo şaredariya bajarê mezin û 12 navçeyên Wanê jî pêşhilbijartin hat lidarxistin namzet û endam hatin diyarkirin. Tenê li Miksê endamên hevserokatiya şaredariyê dê bi meyla partiyê werin diyarkirin.    Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Gonul Uzunay û Veysî Dîlekçî encamên pêşhilbijartina gel a li bajêr hatiye kirin nirxandin.   UZUNAY: GEL ENDAMÊN XWE DIYAR KIR   Ji hevserokan Gonul Uzunay anî ziman ku bi hilbijartina gel ve ji desthilata ku îradeya kurdan tune dihesibîne re bersiveke gelek girîng hatiye dayîn û wiha axivî: Di pêşhilbijartina me kiriye de endamên ku gel diyar kirine, derketin pêş. Em îro wek DEM Partî berdevkiya gelê xwe dikin, xeta demokrasiyê ava dikin. Ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, em li tevahiya cîhanê partiyeke xwedî rol û mîsyon in. Tevî ku li ser partiya me gelek zext hene, me biryarên ku wisa bibin mînak girtin. Gel bi hilbijartina endamên xwe çawaniya demokrasiyê nîşan da. Gelê me pê dizane bê ka dê bi kê re biçe hilbijartinê û dengê xwe bide kê.”    Di berdewama axaftina xwe de Uzunay diyar kir ku ev 8 sal e îradeya vî gelî tê xespkirin û wiha pê de çû: “Endamên ku serî li partiya me dane, ev sozê dane gelê me; ‘Her çiqas ku polîtîkayên qeyûm îradeya me xesp bike jî, em wek nûnerên we dê destûr nedin wan.’ Li dijî qeyûman gelê me li cem partiya xwe ye û dê li cem endamên ku derxistiye pêş be. Bila deshilat vê yekê baş bizanibe ku çiqas zextê li gelê kurd û partiya gelê kurd bike jî em ê vê têkoşînê bi awayeke xurttir bidomînin.”    DÎLEKÇÎ: EM Ê 14 ŞAREDARIYAN JI QEYÛMAN BISTÎNIN   Ji hevserokên Veysî Dîlekçî jî da zanîn ku bi hilbijarina gel ji desthilat û qeyûman re dersek baş hatiye dayîn.    Dîlekçî destnîşan kir ku polîtîkaya rêveberiyên xwecihî ya partiya wan zelal û vekirî ye û da zanîn ku desthilat dijî van polîtîkayên partiya wan bêtehemûliyê de ye û got: “Di serî de Wan, li gelek bajaran gel bî îradeya xwe, hevserokên xwe hilbijartin, lê belê desthilat polîtîkayên qeyûman hatin meşandin. Em ê bi van hilbijartinan ve bersiveke mezin û xurt didin. Gelê me bi vê bawerî û nêzîkatiyê xwedî li feraseta me ya rêveberiyên xwecihî derdikeve. Em ê bi gelê xwe re bersiveke dîrokî bidin qeyûman. Gelê me bersiveke baş dide talan, hilweşandin û polîtîkayên şerê taybet. Em ê bi polîtikayên xwe yên reveberiyê herêmî ve ciwan, jin û her kesekê civakê tev li vê pêvajoyê bikin. Em ê pirsgirêkên bajarê xwe çareser bikin. Hewcehiya çêkirina çi hebe, êm ê bi gelê xwe re bikin. Em ê temamiya 14 şaredariyan jî ji qeyûman bistînin û dê di 31’ê adarê de derseke dîrokî bidin.”