Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin 2024-01-15 14:15:16   RIHA - Girtiyê nexweş Emîn Guler ku ji sedî 94 astengdar e û li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hat kirin.    Girtiyê nexweş Emîn Guler (33) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Erzînganê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin. Guler, ji sedî 94 astengdar ee û hevalên wî li ser telefonê agahiya sewqkirina wî dan malbatên xwe. Guler, di sala 2016’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate girtin û 11 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Ji bo tehliyeya wî salek û 10 meh mane û nexweşê zerikê (hepatit-c) ye. Di heman demê de nexweşiya wî ya KOAH’ê heye û nexweşiya wî ya vertîgo jî gelek pêş ketiye. Ji ber pelixîna mejîpişta wî ya C-5’ê, qismekî laşê wî felc bû. Ji ber vê felcê jî ji sedî 94 astengdar e.    DAXWAZA TALOQKIRINA ÎNFAZÊ HATE REDKIRIN   Parêzerên Guler bi rapora astengdariya fîzîkî di 5'ê îlona 2022'yan de bi daxwaza taloqkirina înfazê serlêdan kirin. Lê ev serlêdan ji ber rapora Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê ku digot; "Dikare di girtîgehê de bimîne", hat redkirin.    BI ALÎKARIYA HEVALÊN XWE DIJÎ   Ji ber felcê hem lingê wî hem jî milê wî nagirin. Her wiha ji ber valahiya hewa ya di sihên wî de jî di mijara bêhnstandinê de zehmetiyên mezin dikişîne. Guler ku nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike, bi alîkariya hevalên xwe dijî. Guler, di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û tevî serlêdanan jî hêj nehatiye berdan.    Heta niha Guler ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) gelek serlêdan kiriye lê tevek jî bêbersiv hatin hiştin.    TEV LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÛBÛ   Di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li girtîgehan greva birçîbûnê ya demkî û dorveger hatibû destpêkirin û Guler jî di nava koma ewil de bû.