Hejmara filistîniyên li Xezeyê hatine qetilkirin 24 hezar derbas kir 2024-01-15 15:03:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dawî yên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de 132 kes hatin kuştin. Hat ragihandin ku hejmara filistîniyên di êrişên ji 7’ê cotmehê heta niha hatin qetilkirin derket 24 hezar û 100 kesan.    Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha bênavber didomin. Hejmara filistîniyên di êrişan de jiyana xwe ji dest dayîn 24 hezar derbas kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê; di nava 24 saetên dawî de 132 filistîniyan di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê re hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 24 hezar û 100 kesan. Hat diyarkirin ku di êrişên dawî de 252 kes jî birîndar bûne û bi vê yekê re hejmara birîndaran jî derket 60 hezar û 834 kesan.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 24 saetên dawî de Îsraîlê 12 komkujî kiriye û gelek birîndar hêj di bin kavilan de û li rex rêya ne. Hat ragihandin ku ambulans û komên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin birîndaran.    ÎSRAÎL: 30 HEZAR NOQTE HEDEF HATIN GIRTIN    Artêşa Îsraîlê jî bangawaziyên navneteweyî red kir û da zanîn ku ji 7’ê cotmehê heta niha li dijî 30 hezar deverên Xezeyê êriş pêk anîne. Her wiha hat destnîşankirin ku li Lubnanê jî 750 cihên aydî Hîzbûllahê hedef hatine girtin.