Li 2 navçeyên din ên Wanê tûra duyemîn a dengdayînê qediya 2024-01-15 19:06:40   WAN - Li navçeyên Wanê di tûra duyemîn a dengdayînê de namzetên herî zêde deng wergirtin hatin diyarkirin. Li Qelqeliyê jî tûra duyemîn dê roja çarşemê bê kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarên Serhedê di 13 û 14’ê çileyê de li gelek navçeyan pêşhilbijartin li dar xistin. Gelek delegeyan ji bo tûra duyemîn a duh hate kirin deng dan û namzetên xwe diyar kirin. Li aliyê din li navçeyên Payîzava, Qelqelî û Bêgiriyê yên Wanê jî ji ber di tûra ewil de benda ji sedî 51’ê nehate derbaskirin, hilbijartin ji tûra duyemîn re ma.    PAYÎZAVA    Di pêşhilbijartina li navçeya Payîzavayê de hate kirin Mehmet Tahîr Ertaş 107, Fesîh Sonmez 57 deng wergirtin. Îro jî saet 12’an tûra duyemîn hate kirin. Di hilbijartina hate kirin de dengê herî zêde Mehmet Tahîr Ertaş wergirt. Namzeta jin jî dê bi pirsîna gel bê diyarkirin.    BÊGIRΠ   Di tûra duyemîn a li navçeya Bêgiriyê hate kirin de jî Bariş Yilmaz dengên herî zêde wergirtin. Namzeta jin dê bi pirsîna gel bê diyarkirin.    QELQELΠ   Di tûra duyemîn a li navçeya Qelqeliyê hate kirin de jî Ecevît Ceylanci 86, Yakûp Hakanoz jî 67 deng wergirtin. Hate diyarkirin ku hilbijartin ji tûra duyemîn re ma û tûra duyemîn jî dê roja çarşemê bê kirin. Namzeta jin dê bi pirsîna gel bê diyarkirin.