Ji bo doza Muftuoglû bang kirin: Em xwedî li rûmeta pîşeyê derkevin 2024-01-16 09:03:59   AMED - Hempîşeyên rojnamevan Dîcle Muftuoglû ya li Amedê danişîna duyemîn a doza wê bê lidarxistin, bal kişandin ku Muftuoglû ji ber sedemên polîtîk girtî ye û banga “Em xwedî li rûmeta pîşeyê xwe derkevin” kirin.    Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê û edîtora Ajansa Mezopotayayê Dîcle Mûftûoglû ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 29’ê Nîsana 2023’an de li Amedê hat binçavkirin û pişt re di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hate girtin, nêzî 9 meh in li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. Danişîna duyemîn a doza Muftuoglû ya bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û rêveberina rêxistinê” tê sûcdarkirin, dê di 18’ê çileyê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Rojnamevanan ji bo hempîşeya xwe ya girtî banga tevlibûna dozê kirin.    ‘DOZGER JÎ DIZANE KU DÎCLE NE SÛCDAR E’    Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş diyar kir ku girtina Muftuoglû bêhiqûqî ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê tişta bi serê gelek rojnamevanan hatiye, niha bi serê Dîcleyê jî hatiye. Dîcle ji bilî rojnamevaniyê niha di heman demê de seroka rêxistina pîşeyê  ye. Ev esas êrişeke li dijî têkoşîna rêxistinî ya rojnamevanan a li Tirkiyeyê ye. Herkes dizane ku Dîcle ne sûcdar e. Dozgerê ku ew îdianame amade kiriye jî dizane. Lê ji bo ku çavê rojnamevanan bitirsînin û asteng bikin ku rêxistinên pîşeyî bibin yek tên ragirtin.”   Dûrmûş, destnîşan kir ku divê hemû rêxistinên pîşeyî xwedî li dozê derkevin û wiha berdewam kir: “Azadbûna Dîcleyê dê pêşiyê li xebatên rêxistinên pîşeyî ya bi awayekî azad veke. Hêvî dikim ku vê carê taloq nakin, vê carê kes raporê nagire û Dîcle jî weke hempîşeyên me yên din azad bibe. Em weke TGS li cem Dîcleyê ne. Em ê doza wê bişopînin. Em ê ji bo azadiya wê jî têbikoşin.”   ‘DIVÊ XWEDÎ LI RÛMETA ROJNAMEVANIYÊ BÊ DERKETIN’    Yek ji rêvebera Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Aysel Işik, anî ziman ku di pêvajoyeke ku binpêkirinên mafan lê zêde ne û azadiya ramanê lê nîne hewl didin karê xwe bikin û wiha got: “Li vê erdnîgariyê bedelên ku em karê xwe pêk bînin jî dibin. Ji ber vê yekê desthilat polîtîkayên xwe yên bi vî awayî her tim dimeşîne.”   Işik, bi lêv kir ku gelek rojnamevanan li girtîgehan dîl tên girtin û anî ziman ku rojnamevanên kurd ji ber nasnameya xwe hedef tên girtin. Işik, da zanîn ku ji rojnamevanên kurd re peyama “Berî her tiştî hûn kurd in, hûn nikarin tiştekî bikin, binivîsin, neheqiyên li mirovan tên kirin binivîsin” tê dayîn.    Işik, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Girîng e ku ji çar aliyê cîhanê hempîşeyên me xwedî li rûmeta xwe ya rojnamevaniyê derkevin. Di 18’ê çileyê de danişîna duyemîn a Muftuoglû dê bê lidarxistin. Em ê weke rêxistinên pîşeyî û rojnamevan li wir bin. Ji bo ku em vê rêxistinkirinê mezin bikin girîng e ku ji her beşa civakî di wê danişînê de cih bigire.”   ‘JI BER SEDEMÊN POLÎTÎK GIRTÎ YE’    Yek ji rêveberên DFG’ê Selman Çîçek, destnîşan kir ku girtina Muftuoglû ji ber sedemên polîtîk e û wiha got: “Bi girtina wê ya di 3’yê Gulanê Roja Rojnamevanan a Cîhanê de peyam dan rojnamevanan. Desthilatê hemû rojnamevanên ku li dijî wê disekine hedef girtine. Ji ber ku naxwazin nelirêtî, dizî û binpêkirinên mafên mirovan bên bihîstin. Ji ber vê yekê êrişî rojnamevanên ku hewl didin heqîqetê ji gel re ragihînin bikin.”   JI BO DANIŞÎNÊ BANG KIR    Çîçek, bi lêv kir ku herî zêde rojnamevanên kurd rastî van êrişan hatine û wiha berdewam kir: “Beriya hilbijartinê gelek hevalên me hatin girtin. Ji bo ku di erdhejê de rastî nivîsandin hatin girtin. Ji bo ku derbarê êrişên li dijî Rojava de nûçe çêkirin hatin girtin. Hevalên me kengî êrişên li dijî gel, binpêkirinên mafan kiribin nûçe hatine girtin. Ev jî vê nîşanî me dide, armanc ew e ku gihandina heqîqetê ya gel were astengkirin.    Çîçek, bal kişand ku di danişîna ewil de bêyî ku îfadeya Muftuoglû bê wergirtin biryara “berdewama girtina wê” hate dayîn û ev bang kir: “Ev yek jî nîşan dide ku biryar ji hin cihan tên wergirtin. Ji ber vê yekê girîng e ku li danişîna doza ku dê di 18’ê çileyê de bê lidarxistin xwedî derkevin. Ji bo ku Muftuoglûyê biparêzin em li bendê ne ku herkes were edliyeyê.”   MA / Şîlan Çîl