Li 28 bajaran 165 kes hatin binçavkirin 2024-01-16 09:47:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û Dayikên Aştiyê jî di nav de bi giştî 165 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Stenbol, Amed, Edene û Dîlokê bi ser gelek malan de hate girtin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    STENBOL   Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.    Navên hîn kesên hatine binçavkirin wiha ne: Çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û Gulsum Ozturk, Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz û Bedîa Gokguz, Seroka Komeleya Dema Jina ye Dîlek Başalan, Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Beser Çelîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Vetha Bîngol û Suna Kaymaz, Hevseroka HDP’a Geverê ya berê Selcan Saygi, Sihat Yilmaz Şukran Tugay, Gonul Kahraman û Yûsûf Açar.    DÎLOK    Li Dîlokê jî bi fermana Serdozgeriya Komarê li TAxa Guzelvadî ya navçeya navendî ya Şahînbeyê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Kamîle Aras (55) û Endamê Meclisa Ciwanan a Dem Partiyê Ferhat Ozmen hatin binçavkirin. Têkildarî sedema binçavkirinê tu agahî bi xizmên Aras û Ozmen re nehatin parvekirin. Her wiha hat zanîn ku polîs ji bo binçavkirina Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Buyamîn Dogan jî çûne mala wan lê ji ber ku ne li malê bû nehat binçavkirin. Hat zanîn ku Aras û Ozmen birin midûriyeta emniyetê ya bajar.    AMED   Di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de jî Mehmet Oruçlu, Ferhat Çîçek û Umut Oktay hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinan de mal hatin serûbinkirin. Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û binçavkirî derbasî midûriyeta emniyetê ya bajar.    EDENE   Di çarçoveya îdiaya “propagandaya rêxistinê” ya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de jî polîsan li navçeya Yuregîrê bi ser malê de girtin. Bi hinceta ku li ser medyaya dijîtal “propagandaya rêxistinê” kiriye, jina bi navê Bêrîvan Akalin hate binçavkirin û birin midûriyeta emniyetê ya bajar.    YERLÎKAYA DAXUYANÎ DA   Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya bi daxuyaniyekê ragihand ku li 28 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û 165 kes hatine binçavkirin.