Du hezar û 193 ‘hilbijêr’ li emniyet û herêma leşkerî hatin veguhestin 2024-01-16 10:03:48   ÎDIR - Beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî qeydên 2 hezar û 193 kesan li avahiya emniyetê û baregeha leşkerî yên Îdirê hatin veguhestin.    Di hilbijartinên giştî de AKP’ê li gelek bajaran encama dixwest bi dest nexist. Niha jî ji bo encamekî bi dest bixe li gelemperiya van bajaran “hilbijêran” vediguhêze û hewl dide encamekî bi dest bixe. Demekî kin beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2024’an, bi hezaran leşkerên ji bajarên cuda li van bajaran tên qeydkirin. Di hilbijartina rêveberiyên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Îdirê bi ferqekî bi qasî hezar û 514 dengan bi ser ketibû. Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê gulana 2023’yan, AKP’ê 2 hezar û 193 “hilbijêr” li lbajar veguhest. Du cihên ku ev hilbijêr lê hatine veguhestin jî avahiyên emniyetê ne. Di hilbijartinên 14’ê gulanê de li Îdirê hejmara hilbijêran 66 hezar û 183 û di nava 7 mehan de ev hejmar derket 75 hezar û 522’yan.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Yilmaz Hun bal kişand ser hejmara hilbijêran a di nava 7 mehan de li bajar zêde bûye û got ku 2 hezar û 193 hilbijêr li du avahiyên li taxên Konak û Pîr Sûltanê hatine qeydkirin.    TU HILBIJÊR NEBÛN LÊ NIHA BÛ HEZAR HILBIJÊR!    Hun, diyar kir ku îktîdar beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî serî li her cureyên hîleyan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hilbijartinên 14’ê gulanê de 5 hilbijêr li Midûriyeta Emniyetê ya Îdirê ya li kolana hejmar 831 a Taxa Pîr Sûltanê hebûn. Lê ev hejmar niha bûye hezar û 450. Her wiha li avahiya li baregeha leşkerî ya li ser Cadeya Kazim Karabekir a li Taxa Konakê tu hilbijêr nebûn lê niha 743 hilbijêr hene. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li navçeya Başanê 13 hezar hilbijêr hebûn. Li vir jî 932 hilbijêr hatine qeydkirin. Gelemperiya van hilbijêrên hatine veguhestin di navbera 23-30 salî de ne.”    DU QET ZÊDETIR HILBIJÊR HATIN VEGUHESTIN   Bi domdarî Hun anî ziman ku AKP hewl dide bi rêya veguhestina dengan di hilbijartinê de bi ser keve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava tirsê de ye. Gelemperiya hilbijêrên tên veguhestin leşker in. Îktîdara AKP’ê hewl dide cihên ku di hilbijartinên berê de bi ferqekî biçûk winda kirî, bi vê rêyê bi dest bixe. Di hilbijartinên 2019’an de me bi ferqekî bi qasî hezar û 500 dengan şaredarî bi dest xistibû. Niha du qatî wê zêdetir deng hatin veguhestin. Dixwaze vîna gel îpotek bike. Ferqa vê sepanê ji ya qeyûm nîne.”   Hûn, axaftina xwe wiha qedand: “Di heman demê de serî li rêya qadên mucavîr jî dide. Welatiyekî ku li taxên Topçular û Cumhuriyetê dimînin veguhestin gundê herî nêz. Dengên hilbijêrên DEM Partiyê vediguhêze gundan. Hilbijêrên AKP’î yên li gundan jî vediguhêze navendê. Li vir mal bi mal xebitîne. Îktîdara AKP’ê li vir bi piştgiriya leşker û polîsan, bi zexta cemaweriyê vîna gel xesp dike. Hemû dane di destê me de ne. Komîsyona Hiqûqê ya partiya me, li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz dke. Her wiha Navenda Giştî jî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind îtîraz dike.  Li dijî hemû neheqiyan em ê mafên xwe bi kar bînin.”