Dê binçavkirinên li Stenbolê bên protestokirin 2024-01-16 15:10:42 STENBOL - Rêxistina DEM Partiyê dê binçavkirinên îro di danê sibehê de li Stenbolê hatine kirin protesto bike.    Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJa) û xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Binçavkirinên heyî dê îro saet di 16.00’an de li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Beyoglûyê bên protestokirin.