Polîsê ku Mîraç Mîroglû qetil kir beraet kir 2024-01-16 19:33:32   ŞIRNEX - Mîraç Mîroglû yê wesayîta zirxî pêl wî kir û ew kuşt, wekî qisûrdar hat dîtin û der barê polîsê bersûc de biryara beraetê hat dayîn.    Di 3'yê Îlona 2021'ê de li Taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezex a Şirnexê, wesayîta zirxî ya polîsan pêl Mîraç Mîroglû yê 7 salî kir û ew kuşt.  Danişîna 7'an a dozê îro li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Hezexê hat lidarxistin. Bavê Mîroglû, Baroya Şirnexê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê tev lid naişînê bûn û polîsê bersûc û parêzerê wî jîb i rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan, bavê Mîroglû axivî. Mîroglû xwest bersûc bê cezakirin.   Piştî parastinan rapora ATK'ê daxilî nava dosyeyê hat kirin. Piştî raporaê danişîn bi parastinê domand. Polîsê bersûc doza beraetê kir. Parêzerên Baroya Şirnexê destnîşan kirin ku xwestin polîsê bersûc bê cezakirin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir û der barê polîsê bersûc de biryara beraetê da.