Ji Andirînê gelek kes wekî hilbijêr li ser Xelfetiyê hatine qeydkirin 2024-01-17 09:02:04   RIHA - Li Xeleftiyê ji derve hin hilbijêr li ser malên siyasetmedarên AKP'î hatine qeydkirin. Şaredarê AKP'î jî gef li xebatkarên şaredariyê xwariye ku hilbijêran li ser navnîşana xwe qeyd bikin.    Ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an re, demeke kurt ma. Li gelek bajar û navçeyan nelirêtiyên di warê dengdêran de roj bi roj zêde dibin.    Hat diyarkirin ku 18 hezar û 865 hilbijêr ji derve li ser 8 taxên Rihayê hatine qeydkirin. Ji van hilbijêran 3 hezar û 492 jê li ser navçeya Xelfetiyê hatine qeydkirin. Li ser 50 daîerayn hezar û 479 hilbijêr hatine qeydkirin û dekret holê ku ev hilbijêr li ser navnîşanên siyasetmedarên AKP'î hatine qeydkirin.    LI SER NAVNÎŞANA AKP'IYAN HILBIJÊRÊN NÛ HATIN QEYDKIRIN   Li Taxa Tataynê ku li ser navnîşana bi hejmara 44'an ku xaniyekî mustaqil e û kes lê namîne 69 kes hatine qeydkirin. Lê belê di hilbijartina borî de tenê kesek li ser vê navnîşanê qeydkirî bûye. Hat hînkirin ku kesên nû li ser vê navnîşanê hatine qeydkirin jî ji navçeya Andirîn a Mereşê û ji Bûrsayê ne.    Li navnîşana ku Serokê Navçeya AKP'ê Okkaş Aybek lê dijî, li Taxa Blackgulê 41 kes hatine qeydkirin. Di nav hilbijêran de yên li ser mala serokê AKP'î hatine qeydkirin, penaberên ji Kaniya ezalan anîne jî hene. Li heman taxê li ser mala Seroka Baskê Jinan a AKP'ê Nesîfe Kandemîrê jî 30 kes hatine qeydkirin. Her wiha li Taxa Firatê li ser mala Serokê AKP'ê yê berê Canan Onûr jî 37 kes hatine qeydkirin. Ev xanî mustaqîl e û niha vala ye. Hat dîtin ku piraniya van hilbijêran ji Andirînê û i Dîlok û navçeyên wê ne.    TÊ GOTIN KU ŞAREDARÊ AKP'Î GEF LI WAN XWARIYE   Hat îdiakirin ku Şaredarê AKP'î yê Xelfetiyê Şeref Albayrak bi xebatkarên şaredariyê re hevdîtin pêk aniye û ji wan re gotiye ku herî kêm 5 hilbijêran li ser navnîşana xw eqeyd bikin. Piştî vê li ser navnîşanên xebatkarên şaredariyê herî kêm 5 kes û herî zêde jî 20 kes hatine qeydkirin.    Midûrê KArên fenê ABdûrrahman Gokçelî ji navçeya xwe Andirîn a Mereşê 50kes li ser Xefetiyê qeyd kirine.    DEM Partiyê ji ber vê nelirêtiyê serî li lijneya hilbijartinê ya naveçyê da û îtiraz kir.