Goksu a di greva birçîbûnê de: Çareserî Abdullah Ocalan e 2024-01-17 10:11:06 ENQERE - Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê wiha got: “Tekane rêya çareseriya neçareseriya tê ferzkirin birêz Ocalan û fikrên wî ne.”    Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand û da zanîn ku tev li greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin bûye. Goksu, diyar kir ku di mijar çareserkirina pirsgirêka kurd de tekane navnîşan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û bang li her kesî kir ku berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne.    Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu   Bi domdarî Goksu anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya bi sala ye di meriyetê de ye li dijî heqîqeta civakî ye û wiha got: “Polîtîkayên tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê, rastiya şêweyê rêveberiya Tirkiyeyê radixe ber çavan. Dema em li rewşa heyî dinêrin, dibînin ku tişta tê tecrîdkirin di esasê xwe de heqîqetên civakî ne. Polîtîkayên zext û tecrîdê hema hema li tevahiya civakê tên ferzkirin. Çi muxalîf çi jî ne muxalîf, hemû derdoran bi awayekî para xwe jê girtiye.”    ‘ENCAMA BÊDENGMAYÎNÊ YE’    Goksu, nameya xwe wiha domand: “Dabeşkeriya di nava civakê de hatiye avakirin û zordestiya bi rêya olperestî û nîjadperestiya hatiye sorkirin li dijî jin, ciwan û zarokan tê kirin, êdî kiriye ku kesek nikare bijî. Sedema vê rewşê, bêdengiya li hemberî polîtîkayên li dijî birêz Ocalan û gelê kurd in. Bêdengiya li hemberî vê bêedaletî û bêhiqûqtiya ewqas bi eşkereyî tê kirin, di esasê xwe de mirovan muhtacî edalet, aramî û refahê dike. Civaknas, rewşenbîr û nivîskarên li cîhanê navdar piştevaniya xwe ya bi kampanyaya ji bo azadiya birêz Ocalan  re ragihandin.    YA KU TÊ TECRÎDKIRIN HEQÎQET BI XWE YE    Li vê derê birêz Ocalan û fikrên wî tên tecrîdkirin. Di esasê xwe de tişta tê tecrîdkirin, heqîqet bi xwe ye. Eşkereye ku tekane çareseriya neçareseriya tê ferzkirin birêz Ocalan û fikrên wî ne. Bi vê zanebûniyê ez jî ketim greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka kurd bûm. Di wê baweriyê de me ku dê hemû gel xwedî li van çalakiyan derkevin û berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Herî zêde pêdiviya me bi aştiya civakî heye. Birêz Ocalan peyama ‘Ez dikarim pirsgirêka kurd di hefteyekê de çareser bikim’ da. Ev peyam bi eşkereyî nîşan dide ku navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e.”