Li Hewlêrê 3 rojan şîn hate îlankirin 2024-01-17 10:18:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku ji ber kesên di êrişên Îranê yên li dijî Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dane 3 rojan şîn hate îlankirin.    Mûhafizên Şoreşger ên Îranê di 15’ê çileyê de bi fuzeyên balîstîk li dijî hin noxteyên paytextê Herêma Kurdistana Federe Hewlêrê êriş pêk anîn. Di encama êrişan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Îranê di daxuyaniya têkildarî êrişê dayî de ragihand ku xaniyê hedef hatiye girtin “Baregeha Mossadê” ye.    Bertekên li dijî êrişan didomin û li Hewlêrê 3 rojan şîn hate îlankirin. Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnav daxuyaniyek da û wiha got: “Em bi tundî êrîşa neheq û hovane ya li dijî welatiyên sivîl ên bêguneh şermezar dikin û em ji îro pê ve li Hewlêrê sê rojan şîna giştî îlan dikin.”