Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê 2024-01-17 11:48:41 AMED - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku dê sibe bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyê (DÎSK Basin-Îş) û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ji bo duyemîn danişîna doza Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Muftuoglû ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirin û birêvebirina rêxistinê” li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin banga tevlibûnê kirin.    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Muftuoglû zêdetirî 8 meha ye girtî ye û bal kişandin ser nakokiyên di îdianameyê de. Bi domdarî bal kişand ser danişîna ewil a Muftuoglû û wiha hate gotin: “Ji nûçeyên ku Dîcleyê çêkirine heta mayîna Dîcleyê ya li gel bavê xwe li hotêleke Stenbolê, bi îdiayên sosret tê sûcdarkirin. Bi rapora MASAK’ê pereye ku wê û malbata xwe ji hevre şandine kirine mijara sûc. Gera Muftuoglu ya derveyî welat, axaftinên wê yên bi hempîşeyên xwe re wekî delîlên sûc hatine nîşandan.”   ‘HEMÛ ÎDIA PÛÇ DERKETINE’   Bi domdarî hat destnîşankirin ku bi daxuyaniyên şahidên nepen dixwazin vê bêhiqûqiyê veşêrin û ev tişt hatin parvekirin: “Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Şahidê nepen berê di dosyaya 10 rojnamegerên li Enqereyê de hat guhdarkirin. Di pirsekê jê hatiye kirin de got; ‘Bi dewletê re dixebite.’ Em qala kesekî wekî sîxur ku li ser navê dewletê dixebite dikin. Wekî parêzerên Muftuoglû jî anîn ziman, an ev kes polîs e ku ne polîs be jî peyvirdariyeke bi vî rengî ne li gorî zagona ye. Bi kurtasî hemû îdia û şahidên nepen ên di îdianameyê de pûç bûne. Ji xwe ev aganşt ji bo me bêqîmet in.”   ‘DÎCLEYÊ NE TENÊ XWE, EM TEVEK PARAST’    Daxuyanî wiha dom kir: “Bendewariya raya giştî ya ku Dîcle bê berdan gelek zêde bû. Ji ber ku sûcdariyên der barê Dîcleyê de ne ew sûc in ku Dîcle pê were girtin. Ji ber ku raya giştî Dîcle nas dike. Lê şandeya dadgehê şahidên nepen esas girt û Muftuoglû berneda. Bi lez û bez ev biryar hate dayîn û destûr nedan ku parêzer parastinê bikin. Piştî binçavkirin û girtina 7 mehan a derhiqûqî dîsa biryara berdewama girtinê dan. Di danişînê de Dîcleyê ne tenê xwe, em tevek parast. A rast, rojnamegerî parast.”   BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ KIRIN    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dîcle dê di 18’ê çileyê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadgehê. Di danişîna ewil de hat dîtin ku di dosyayê de ji xeynî xebatên wê yên rojnamegeriyê tiştekî cuda tune bû. Li vir ya tê darizandin ne Dîcle, rojnamegerî ye. Eşkere ye ku girtina Dîcleyê ne ji bo tevdîrê, ji bo cezakirinê ye. Em dixwazin ku were berdan. Danişîna Dîcleyê sibe saet di 11.50’ê de tê lidarxistin. Em li bendê ne ku her kes piştevaniya bide û tev li danişînê bibin. Em naxwazin êdî tu kes ji ber rojnamegeriyê bê girtin û darizandin. Em careke din dibêjin #ÇapemeniyaAzadNayêBedengkirin”