Bavê Mîraç Mîroglû: Heke ku min li polîs xistibûya dê cezayê muebedê bidana min 2024-01-17 13:55:22 ŞIRNEX - Bavê Mîraç Mîroglû bertek nîşanî beraat kirina polîsê ku lawê wî qetil kir da û got: "Heke min an jî welatiyekî li polîsekî xistibûya dê cezayê muebedê li me hatibûya birîn.”    Di 3'yê îlona 2021'an de li Taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezex a Şirnexê, wesayîta zirxî ya polîsan pêl Mîraç Mîroglû yê 7 salî kir û ew kuşt. Polîsê kujer di danişîna 7'an de beraet kir.     ‘EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN’    Bavê Mîroglû, Salîh Mîroglû bertek nîşanî biryarê da û wiha axivî: "Ez bi xwe duh beşdarî danişînê bûm. Li wir jî parêzerê polîsê bersûc got, 'Mirac dema derket ser rêya sereke, wesayitê lê xist.' Min li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Min ji dadger re got, 'Xuyaye û tiştekî wisa nîne, hemû tax şahid e, di taxê de li ber mala min li kurê min xist, ez vê qebûl nakim’  Ez vê biryara beraetê qebûl nakim û ez ê heta dawiyê îtîraz bikim. Çavê me ne li tazmînatê ye, daxwaza me ew e ku kujer cezayê herî giran bigire. Armanca me tenê ew e ku polîsê ku bûye sedema mirina kurê min bi awayekî herî giran were cezakirin."    ‘HEKE KU MIN LI POLÎSEKÎ XISTIBÛYA DÊ CEZAYÊ MUEBEDÊ BIDANA MIN’    Mîroglû, bi lêv kir ku ew ê li dijî vê biryarê tekoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û wiha domand: "Li dijî vê biryarê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û heta dawiyê li ber xwe bidin û dest ji dozê bernedin. Edalet li ku ye, li ku maye? Heke edalet hebûya ev biryar nedihat dayîn. Heke min qezaya trafîkê bikira û li zarokekî bixista û malbata wî jî doz vekiribûya, da 20 salan cezayê girtîgehê li min hatibûya birîn. Ev nayê qebûlkirin. Ez ê heta dawiyê têbikoşim. Heke min an jî welatiyekî li polîsekî bixista dê cezayê muebetê li min bihata dayîn. Ev biryar dê pêşiyê li bûyerên wiha veke. Heke polîsek li bajar, taxekê an kolanekê li zarokekî bide, dê were beraet kirin. Ev biryar tê vê wateyê. Lêbelê em ê biçin li her derê pêwîst û serlêdanên xwe bikin."   MA / Zeynep Dûrgût