Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin 2024-01-17 17:05:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran didomin de peyamên domandina têkoşînê hatin dayîn. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek got ku ew piştgiriyê didin çalakiyê û wiha bang kir: “Divê hemû kes xwedî li çalakiyê derkeve.”    Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li Amed, Stenbol, Wan, Edene, Îzmîr û Mêrsînê hatiye destpêkirin, bi serdanên gel didome.    STENBOL    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”  berz kirin û stranên kurdî gotin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Îshak Demîrel, rêveberên DEM Partiyê yên Ataşehîrê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê.    Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek girîngiya Nobeta Edaletê vegot û anî ziman ku dê di demên pêş de çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Çîçek, destnîşan kir ku divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyên heyî derkevin û ev tişt anî ziman: “Min bi salan parêzertiya birêz Abdullah Ocalan kir û dema mijara behsa xeberê dibû azadiya wî, wiha digot; ‘Heke gelê min azad nebe, ez xwe azad hîs nakim.’ Divê em jî li gorî vê rastiyê xwe birêxistin bikin. Divê neyê jibîrkirin ku tu hêz nikarin gelên birêxistinkirî têk bibin.”    PEYAMA TÊKOŞÎN Û PIŞTEVANIYÊ Hevserokê Şaxa OHD’ê Îshak Demîrel jî diyar kir ku çalakiya Nobeta Edaletê moraleke mezin dide girtiyên di greva birçîbûnê de. Welatiyên hatin serdanê diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bicihanîna daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de divê têkoşîn bê dayîn.Welatiyan destnîşan kirin ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wan in û diyar kirin ku ji bo vê dê têbikoşin û piştevaniya xwe mezin bikin.    Çalakiya nobetê bi stranên kurdî çepik û tililiyan berdewam kir.    AMED   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) hatin serdana nobetê.    Dayikan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û çalakvanan destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin.    ÎZMÎR   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê hatiye destpêkirin di roja 10’emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin”, "Ji bo aştiya civakî em bibin denge zindanan"  hatibûn vekirin.    Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Îzmîrê û navçeya Torbaliyê hatin serdana nobetê.    Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Fatma Yagmekan di çalakiyê de got ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe. Yagmekan, wiha domand: “Dewlet dengê me nabihîse. Tecrîda li ser birêz Ocalan bi sala ye didome. Zarokên me ji bo azadiya Ocalan ketin greva birçîbûnê. Weke malbatên wan em jî têdikoşin û piştgiriyê didin wan. Heta ku tecrîd hebe dê têkoşîna me jî bidome.”    EDENE   Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 45’an de berdewam dike. Rêveberên DEM Partiyê hatin serdana nobetê.    Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û çalakî bi strîna stranên şoreşgeriyê dom kir.   WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam kir. Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Bandora tecrîdê niha li tevahiya welêt tê hîskirin. Heta ev tecrîd ranebe dê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin.”   Namzetê din Cevdet Altindag jî got ku ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 45’an de didome. Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na, ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin berzkirin.    Nobetê pişt re bi klamên dayikan berdewam kir.