Der barê kujer polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de biryar lêgerîna bi bultena sor 2024-01-17 20:50:56   ŞIRNEX - Der barê polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de yê li Cizîrê Nîhat Kazanhan qetil kiribû, biryara lêgerînê ya bi bultena sor hat dayîn.    Li Cizîrê 7 sal berê polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez bi çekê Nîjhat Kazanhanê 12 salî qetil kiribû. Danişîna 5'an a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Cizîrê hat lidarixstin. Malbata Kazanhan, rêveberên MEBYA-DER û rêveberiya DEM Partiyê ya navçeyê tev li danişînê bûn.   Piştî tespîtkirina nasnameyê parêzerê malbata Kazanhan Osman Cîngoz xwest bi bultena sor biryara lêgerînê der barê polîs Goçmez de bê dayîn.   Paşê meqama îdiayê mutalaaya xwe eşkere kir. Dozger jî xwest bi bultena sor biryara lêgerînê der barê polîs Goçmez de bê dayîn.   Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da ku bi bultena sor li kujer Goçmez bê gerîn.   Doz taloqî 13'ê Adarê hat kirin.