Êrişî gora endamê YPS’ê kirin û kevirê gora wî desteserkirin 2024-01-18 08:49:43   ŞIRNEX - Gora endamê YPS’ê Sertan Tîken ê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû, hate texrîbkirin û kevirê gora wî jî desteserkirin.    Gora endamê Yekiniyên Parastina Sivîl (YPS) Sertan Tîken (Agit Botan) ê  ku di sala 2016’an de, di qedexeya derketina derve ya navçeya Hezex a Şirnexê de hatiye ragihandin de bi 12 kesan re jiyana xwe ji dest dabû ku  li gundê Cibrî yê li navçeya Cizîr a Şirnexê ye, ji aliyê leşkeran ve hate texrîbkirin. Hate diyarkirin ku leşkeran kevirê gora Tikenê ku wêne û navê wî li ser hatibû nivîsandin, perçe perçe kirine û piştre jî desteser kirine.